Li ser sedemên pirsgirêkê bisekinin!

Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 03:42

Beriya ku TBMM bê girtin, Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bi partiyên xwedî kom re civiya û ji bo komisyonê nîqaş kir. Di demeke nêz de jî bi îmzeya Kurtulmuş nameyek ji bo partiyên siyasî yên di Meclîsê de hem xwedî kom in hem jî yên din re hate şandin. Di nameyê de hate diyarkirin ku ji AKP’ê 21, ji CHP’ê 10, ji DEM Partî û MHP’ê 4, ji ÎYÎ Partî û Yenî Yol Partî 3, ji HÛDA PAR, Yeniden Refah Partî, TÎP, EMEP, DSP û DP’ê jî yek parlamenter hatine xwestin. Hin hûrguliyên teknîkî yên komisyonê ji raya giştî re hatine ragihandin, lê hûrguliyên ka wê çawa bixebite hêj ne diyar in. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, ku li Mêrsînê civînên Aşitî û Civaka Demokratîk li dar dixe, nêrîna gel a li ser komisyonê û hêviyên wan anî ziman. Alî Bozan diyar kir ku desthilatê komisyonê wekî saziyek ku tenê çavdêriya çekdanînê dike dîzayn kiriye û da zanîn ku divê komisyon bêtir li sedemên pirsgirêka Kurdî binere û got:“Ji ber ku Meclîs de heta 1’ê Cotmehê di betlaneyê de be. Ev yêk jî fikarên gel a ji bo çareseriyê zêde dike. Ji ber ku gel bi awayekî xwezayî û rewa hêvî dike ku gavên ji bo çareseriya pirsgirêkê di qada hiqûqî û siyasî de bên avêtin. Di vî warî de xebatên komisyonê girîng in. Lê dema em li xebatên komisyonê, bi taybetî li aliyê desthilatê yê ku heta niha ji raya giştî re hatiye ragihandin, dinêrin; nêrîneke teng heye. Nêrîneke ku pirsgirêkê tenê bi çek û şîdetê ve girê dide û çavdêriya çek berdana PKK’ê dike heye. Wekî ku birêz Ocalan jî her tim behs dike, çek encama vê pirsgirêkê ye, ne sedem e. Ji ber vê yekê divê komisyon xebatan li ser rakirina sedemên pirsgirêka Kurd bike.”

Bi awayê hiqûqî û siyasê qebûl bikin

Bozan got ku di civînên gel de, gel hêvî dike ku di çarçoveya pirsgirêka Kurdî de qebûleke hiqûqî û siyasî bê diyarkirin:“Hem di civînên gel de, hem jî di hevdîtinên li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hatine kirin de encamek derketiye holê: Heta niha înkarkirina hebûna Kurdan, ziman, dîrok, nasname û erdnîgariya wan hebû. Erê, ev înkar rakiriye. Lê niha divê hebûna wan bê qebûlkirin. Divê ziman, nasname, dîrok û erdnîgariya Kurdan bê qebûlkirin. Ji ber ku di hemû civînên gel de, em dibînin ku ne tenê aligirên DEM Partiyê, piraniya welatiyan ji desthilata siyasî bawer nakin. Ev jî ji ber pratîkên berê yên desthilatê ye û ne tenê desthilata niha. Ji ber ku AKP û Tifaqa Komarê 23 sal in desthilat e, lê beriya wan jî pratîkeke dewletê hebû. Ji ber vê yekê di civînên gel de mirov dibêjin ku niha qebûleke hiqûqî û siyasî divê bê diyarkirin.”

Girîng e lê kêm e

Alî Bozan diyar kir ku hêviya wan ew bû ku komisyon bi qanûnê bê avakirin, lê kêmasiyên wê jî hene û divê komisyon heta Meclîs vebe van kêmasiyan çareser bike:“Wekî ku min di destpêkê de gotî, ger komisyon tenê ji bo çavdêriya pêvajoya tunekirina çekên PKK’ê were çarçovekirin, wê pir teng bimîne.

Daxwaza me ew bû ku komisyon bi qanûnê bê avakirin, lê mixabin niha komisyon bi qanûnê nayê avakirin. Komisyoneke ku bi însiyatîfa Serokê Meclîsê tê avakirin heye. Bêguman ev yek dê bibe sedem ku hêz û qada nîqaşê ya komisyonê teng be. Helbet ku bi qanûnê nehatiye avakirin nayê wê maneyê ku em girîngiyê nadin komisyonê. Avakirina komisyonê pir bi qîmet e, ji ber ku di dîroka 100 salî ya komarê de cara yekem e ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî di Meclîsê de komisyonek tê avakirin û nîqaş tê kirin. Di vî warî de girîng e, lê bêguman kêmasiyên wê jî hene. Em bawer dikin ku ev kêmasî dikarin di van du mehan de, bi taybetî di dema ku Meclîs girtî ye, bên çareserkirin. Hêvî û hewldana me ji bo vê yekê ye.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.