Gundê Rîzê yê di sala 1915, 1925 û 1993’an de sê caran hatiye valakirin û şewitandin. Niha jî dixwazin Rîzê di binê avê de bihêlin.

Gundê Rizê yê bi ser navçeya Darahînê ya Çewlîgê, bi floraya xwe ya nebatî tê naskirin, bi xwezaya xwe ya mirov heyran dike balê dikişîne. Gundê Rîzê çar aliyên xwe çiyan e û xwedî dîrokek kevnar e. Rîz sê caran ji hêla dewletê ve hatiye valakirin û cara çaremin jî bi projeya Santralên Hîdroelektrîkê (HES) dixwazin tine bikin.

Rîz, cara ewil di sala 1915’an de di wextê qirkirina Ermenan de hate valakirin. Di sala 1925’an de di wextê Serhildana Şex Seîd de cara duyemîn hate valakirin û şewitandin. Herî dawî di sala 1993’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê, Rîz carek din hate valakirin û şewitandin. Qedera vî gundî timî valakirin û şewitandin e. Hîna jî ev polîtîka dewam dike. Niha jî dixwazin bi HES’ê gundê Rîzê vala bikin.

Rîz yek ji cihên pîroz ê gelê Kurdistanê ye. Ev gundê hêja û qedirbilind sala 1925’an ji Şêx Seîd re malovanî kiriye. Bi têkoşîna azadiyê re jî ev navçeya qedîm û bi welatparêziya xwe serbilind e, bi zarok, ciwan, jin û îxtiyarên xwe xwedî li şoreşa Kurdistanê derket. Rîz di nav çiyayan de weke bihuştekê ye, bi zozan û kaniyên xwe yên bi nav û deng, bi xak û nîştecihên xwe di rêya rûmetê de bêsekin dimeşe. Ev gundê qedirbilind ku bi floraya xwe ya nebatî tê naskirin.

Dewleta Tirk li Licê, di navbera gundên Derxust, Pena û Huseynik de, bi mehan berê dest bi birrîna daran kiriye. Jixwe li van deveran timî operasyonên eskerî hene.

Di dema çêkirina rêyan a li herêmê de şandeyek ji bo hin lêkolînan tê gund û paşê gundî pê agahdar dibin ku dewlet dixwaze li ser Newala Sarimê HES çêke. Eger ku ev piroje were xelaskirin wê ji Çewlîgê heta Amedê bi dehan gund di bin avê de bimînin.

MA/ÇEWLÎK