• Bi hazaran malbatên ji Başûrê Kurdistanê li daristaneke nêzî devera Dunkirk a li bakurê Fransayê di şertên gelekî dijwar de dimînin. 

Bi hazaran malbatên ji Başûrê Kurdistanê li daristaneke nêzî devera Dunkirk a li bakurê Fransayê di şertên gelekî dijwar de dimînin.

Kanala televîzyonê ya bi navê Aştî News çû vî cihê ku malbat di nava baran, herî, şertên payîza dereng de di konan de dimînin. Di dîmenan de xuya dike ku yek ji ciwanên li vê derê dibêje, "Li pêşiya min du rê hebin; yek biçe mirinê û ya din vegere Kurdistanê, ez ê rêya mirinê bidim berxwe."

Jineke navsere jî dibêje, mêrê wê ji 17 saliya xwe ve pêşmergetî kiriye û vê dema dawî ji ber ku mûçeyê wî carinan 8 ta 9 mehan nedanê, êdî wan rêya hêviyê daye ber xwe. Ew dibêje, çi qasî zehmet be jî ew ê venegerin Başûrê Kurdistanê, ji ber ku li wir ji bo wan hêvî nemaye: "Bila [Başûrê] Kurdistan[ê] ji wan rêveberan û alîgirên wan re bimîne." 

PARÎS