Piştî hilbijartinan, rayedarên iraqî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin kirin. Rojnamevan Gulistan Tara ya ku li herêmê geşedanan ji nêz ve dişopîne li ser geşedanên ku piştî hilbijartinê qewimîne û bandora wê ya li ser gelê herêmê û lihevkirinên ku di nava partiyan de çêbûne nirxand. Gulistan Tara, da zanîn ku dewleta tirk li Kerkûkê dewleta winda kir û got:“Beriya hilbijartinê li Kerkûkê ji aliyê PDK’ê, Eniya Tirkmenan ê ku ji aliyê dewleta tirk ve tên perwerdekirin ve û şovenîzma ereban ve hat xwestin ku hin lîstikan bikin. Li Kerkûkê Kurdan bi hilbijartinan ev lîstik pûç kir. Dîsa helwêsta PDK’ê û nêzîkatiya Iraqê li Şengal û Mûsilê yek e. Dewleta tirk ji bo ku Mûsil û Kerkûkê ji nû ve bi dest bixe ev hilbijartin pir girîng dît. Ji ber vê yekê bi PDK'ê re hevkarî kir û tirkmen perwerde kirin. Ji bo ku kurd yekitiya neteweyî pêk neyînin, Tirkiye bi awayekî stratejîk nêzî vê hilbijartinê bû. Di mijara Şengal û Mûsilê de piştî peymana 9’ê Cotmehê, PDK’ê bi israr li Şengalê hewldanên provakatîf kirin. Xelkê Şengalê jî di vê hilbijartinê de bersiv da van polîtîkayan. PADÊ bi tifaqa ku bi Rêveberiya Xweser, gelê ereb, YNK û partiyên din re çêkir, ket hilbijartinê. Di vê wateyê de Qasim Keşko ne tenê namzetê nûnertiya gelê kurd û civaka Êzîdî bû. Di heman demê de namzetê projeya neteweya demokratîk bû."
Lihevkirinek çêbûye
Tara, bal bire ser hevdîtinên rayedarên Iraqî yên piştî hilbijartinê li Enqereyê û diyar kir agahî hene ku wê di navbera Mûsil û Kerkûkê de lihevkirinek çêbibe û got:“Piştî hilbijartinê, rayedarên payebilind ên Iraqê li Enqereyê bi Hakan Fîdan re hevdîtin kirin. Wendakirina Kerkûk û Mûsilê ji bo dewleta tirk tê wateya dagirkirina başûrê Kurdistanê. Serkeftina Mûsil û Kerkûkê pêşiya dagirkeriyê dibe astengî. Dagirkirina başûrê Kurdistanê bi giştî û dagirkirina xaka Iraqê bi tevahî bi bidestxistina Kerkûk û Mûsilê dibe. Ji ber wê serketina namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê, serketina kurdan a li Kerkûkê, serketina kurdan a li hemberî xeta xiyanetê ye. Bi vê helwêstê PDK li Şengalê têk çû û tirkmen, ereb û tirkan jî li Kerkûkê winda kirin. Lê li gel dewleta tirk lîstik qet naqedin. Komployên PDK'ê qet naqedin. Derketiye holê ku li ser Kerkûk û Mûsilê hin nîqaş tên kirin. Kerkûk dane YNK’ê, Mûsil û Şengal jî dane PDK’ê. Agahî hene ku wan lihevkirinek wisa çêkiriye."
MA/ZEYNEP DURGUT