Di nimêjên Înê de banga yekîtiyê û vemirandina agirê şer hate kirin. Hate gotin, desthilatdarên Başûrê Kurdistan bi fitneya dijmin dixwazin şerê navxweyî li dar bixin.

Nerazîbûna li dijî siyaseta şerxwaz roj bi roj di nava civakê de zêde dibe. Bi vê boneyê îro li bajarê Silêmaniyê di nimêja Înê de banga yekîtiyê hate kirin.

Mela Saman Sengawî li mizgefta Hacî Teha a li taxa Raperîn ya Silêmaniyê, di gotara xwe de bal kêşa ser siyaseta şerxwaz û got; “Heya Kurd nebin yek wê sernekevin, rewşa xelkê gelek xirabe. Deshilatdar tenê berjewendiyên xwe yên taybet difikirin. Welat, aqil û dahata me hatiye dagirkirin. Ji ber fitneya dijminan, desthilata Kurdî dixwaze şerê navxweyî çêbibe. Mafê gelê Kurd jî dikin qurbana berjewendiyên xwe yên taybet, Kurd ji ber ne pakiya navxweyî, nebûne xwedî dewlet û heya em xwediyê vê desthilatê bin jî em ê nebin tiştek.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ