Li ser girtiyên polîtîkayên tecrîdê

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 02:05

Aras Aslan ku ev 5 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Jidiyayî ya Hijmara 2’an a Sîncanê girtî ye bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand li girtîgehan li ser girtiyên siyasî yên Kurd polîtîkayên tecrîdê têne danîn, tundî li wan tê kirin.

Aras Aslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Jidiyayî a Sîncanê bi telefonê bi malbata xwe re axivî binpêkirinên li girtîgehên ên li ser girtiyên siyasî yên Kurd xal bi xal vegot. Aslan ji malbata xwe re ragihand ku nahêlin ku girtî têkiliyê di nav xwe de deynin û bi vê dixwazin civakîbûnê ji holê rakin, girtiyên bi cezayê miebedê û yên sînorkirî jî di hicreyên yek kesî de têne hiştin, girtiyên siyasî bi girtiyên edlî û yên Cemeata Fethile Gulen re di eynî korîdorê de têne girtin û ev dibe sedema pirsgirêkan û zemîna provakasyonan û hemû daxwazên wan bi hinceta ku armancên rêxistinî ne têne redkirin, cezayên kêfî didin, pirtûkên wan desteser dikin, veguhaztina pirtûkan asteng dikin, sewqên nexweşxanê taloq dikin, girtiyên pîr di hicreyên yek kesî de têne hiştin.

Xalên din ên ku hatine rêzkirin wiha ne: 

*Girtiyên FETO’yê di qatên 2 û 3’yemîn ên heman korîdorê de tên ragirtin lê daxwazên me yên hiqûqî û rewa nayên qebûlkirin.  

*Girtiyên siyasî yên ku di korîdorên cuda de dimînin nahêlin hevdû bibînin û weke ku her korîdor girtîgeheke cudaye tê xuya kirin.  

*Li gorî giştînameyê çalakiyên weke spor, sohbet û pirtûkê ku divê hefteyê 10 saetan bi komên ji 10 kesî pêk tên pêk were, berovajî giştînameyê di heman korîdorê de tenê bi komên ji 6 kesan pêk tê hefteyekê bi saet û nîvan tê sînordarkirin. Tenê girtiyên FETO dikarin beşdarî kursan bibin. Daxwaza me ya derketina derve bi awayekî keyfî tê redkirin.  

*Girtiyên cezayê muebbedê yên giran lê hatine birîn rojê tenê saetekê, girtiyên din saetek û 50 deqîqeyan dikarin derkevin derve. Rojê 22 saetan di hucreya yekkesî de dimînin.  

*Her cara ku girtî ji bo derkevin cihê hewadariyê 4 caran rastî lêgerînê tên. Dema derdikevin nexweşxanê jî 8 caran rastî lêgerînê tên. 

*Tevî ku hemû malbatên me ji derveyî Enqereyê tên jî, saetên hevdîtina malbatê ji bo 9’ê sibehê hatiyê amadekirin bi vê yekê tê xwestin hevdîtina malbatan asteng bikin.  

*Girtî dema daxwaz dikin cihên wan nayên guherandin lê her çiqas daxwaza wan tune be jî bi zorê cihê wan diguherînin.  

* Lêçûna parçeyên tesisata avê ku amûrên mayînde ne û budçeya wan ji bankaya navendî ne ji me tê girtin.”

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.