Li Şengalê belgefîlma 'Nûjiyan' tê nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 26 Gulan 2022 - 18:03

  • Li Şengalê Belgefilma Rojnemevan Şehîd Nûjiyan, cara ewilî wê were nîşandan. Ji bo xelk beşdarî nîşandana belgeflîmê bibe, li ser rêyên sereke pankart hatin daliqandin.

Li Şengalê Belgefilma Rojnemevan Şehîd Nûjiyan, cara ewilî wê were nîşandan. Ji bo xelk beşdarî nîşandana belgeflîmê bibe, li ser rêyên sereke pankart hatin daliqandin.

Şehîd Nûjiyan Erhan bi kameraya xwe di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzîdî, bû rêyek ji bo gehandina êş û azarên civaka Êzîdî ji bo raya giştî a cîhanê. Kar û xebatên wê hêjayê nivîs, belgefilm û şahidiyê hatiye dîtin. Derhêner Jînda Asimîn li ser keda Şehîd Nûjiyan belgefilmek çêkir. Di 3’ê Adara 2017’an bi destê çeteyên bi navê Pêşmergeyên Roj ê ser bi PDK’ê ve şehîd Nûjiyan li Xanesorê birîndar bû û ji ber giraniya birîna xwe, şehîd bû. Ev belgeflîm wê di 28 û 29’ê Gulanê de li Navenda Şengalê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve bê nîşandan. 

Emşê Şengalî jî ku li Şengalê pankart daliqandin got: “ Şehîd Nûjiyan ji bo civaka me gelek ked daye, ji bo wê ev keda Şehîd Nûjiyan hêjayî temaşekirinê ye. Em jî îro dixwazin gelê xwe pê bihisînin da ku beşdarî temşekirina belgefilmê bibin."

Belgefilma Şehîd Nûjiyan 28’ê Gulanê saet 16:00’an li Meclîsa Gel a Xanesorê tê nîşandan. 29’ê Gulanê jî saet 16:00’an li Meclîsa Gel a Şengalê tê nîşandan.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.