Li Şemzînanê terora leşkerên kirêkirî

Çarşem 17 Nîsan 2024 - 00:54

Leşkerên kirêkirî yên Tirk ku li Şemzînanê bi hinceta kontrola nasnameyan gef li Kurdistaniyan xwarin û piştî ku gel helwest nîşan da ji tirsan gulle li rêwiyan reşandin.

Li gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, terora leşkerên kirêkirî yên Tirk li ser Kurdistaniyan didome. Di dîmenan de ku ji aliyê kesekî ve hatiye girtin  tê dîtin ku leşkerên kirêkirî ên bi maske di bin navê Kontrola Berhevkirina Agahiyên Giştî (GBT) de mînîbusa gund rawestandin û beriya GBT'ê xwestin lêgerînê bikin. Ji ber ku Kurdistanî li dijî vê derketin leşkerên kirêkirî gef Kurdistaniyan xwarin û dijûn li wan kirin. Ji dîmenan kifş bû  ku leşkerên Tirk gefa kuştinê li Kurdistaniyan dixwin û gelek caran gule li kesên ku naxwazin ji wesayitê dakevin, dibarînin. Her wiha diyar bû leşkeran gefên “Em ê we gulebaran bikin, em ê we bikujin” dixwin.

Şemzînan serî natewîne 

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Colemêrgê Oznur Bartin dîmenên bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kir û bertek nîşanî bûyerê da û wiha got: “Ev qeyd tenê beşeke kurt a zilma ku hatiye kirine. Heman gund, heman cih gelek caran ev zilm derket pêş, lê zilm bi dawî nebû. Ji ber ku hewaya tirsê ya ku tê xwestin bê afirandin bûye bingeha desthilatdariyê. Weke ku di van wêneyan de jî tê dîtin jin, ciwan û gelê Şemzînanê serî li ber tu ferzkirin, zilm û zordestiyê netewandiye û natewînin.”

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.