Li Şarezûrê berxbirr

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 9 Gulan 2023 - 15:37

Li navçeya Şarezûrê, dema berxbirrê dest pê kir. Berxbirr bi awayekê zibare yanî palûte tê kirin. Sewalvanên ku dest bi birrîna pezê xwe kirine, diyar dikin ku ji ber li herêmê kargehek nîne hiriyê ji wan bikire, ew neçar dibin, hiriya pezê xwe yan bişînin derve yan jî biavêjin.

Pez birrîn salê carekê tê kirin û li gorî avhewaya navçeyan jî dema wê cuda ye. Weke nimûne li herêma Germiyanê di nîvê meha Nîsanê de tê kirin, li Şarezûrê jî di meha Gulanê de tê kirin. Li herêmên zozanî jî berxbirr di Hezîranê de tê kirin.

Kerîm Ehmed ê sewalan xwedî dike, derbarê berxbirrê de got, “Salane di  Gulanê de em dest bi birrîna hiriya pez dikin. Em vî karî bi awayê zibare dikin, hemû xizm û dost, em bi hev re sohbet dikin û di ber re jî hiriya pezî dibirrin.”

Hem ciwan dibin hem kîlo digrin

Li ser sudên birrîna hiriya pez jî Kerîm Ehmed dibêje, bi birrînê pez hem ji germahiyê xilas dibe, hem jî qelew û ciwan dibe.

Hacî Omer jî sewalan xwedî dike û li ser birrîna hiriya pezî dibêje, “Pez birrîn di vê mehê de dest pê dike û nabe bimîne heta dawiya Gulanê. Bi birrînê re pez qelew dibe û ciwan dibe.”

Hacî Omer dibêje, hiriya pez ti pere nake: “Ji ber ku ti kargeh nîne em hiriya pezê xwe bifiroşinê, ji neçarî yan hiriyê dişînin derve yan jî diavêjîn.”

ROJNEWS/ŞAREZÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.