Li Rojhilat greva giştî
Sêşem 21 Çile 2025 - 03:15
Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, biryar dan roja Çarşemê (22 Çile) li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin.
Divê çarçoveyê de 6 hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê biryar dan ku 22’yê mehê li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin. Di daxuyaniya hevbeş de hate gotin:Grevên giştî yên li Kurdistanê hertim weke pîvana berxwedana sivîl di demên hestiyar de bûye kevneşopiyek, îro em li ber yek ji wan demên mirovî ne. Pêwîste îradeya giştî rê li trajediyek din bigire, jiyana mirovên ku ji bilî hezkirina gel, têkoşîna azadî û wekheviyê tiştek nekiriye, ji cezayê darvekirinê rizgar bike. Bê guman ev yekitiya giştî ku bi awayê sivilî û aştiyane xwe derdixîne pêş, dikare carek din weke şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibe xwedî peyama xebat û parastinê ji bo hemû civakê. Ev tevger di heman demê de ji bo girtiyên siyasî yên ku her roja sêşemê li zêdetirî 30 girtîgehên Îranê bi greva xwe ya wêrekane ya ‘Na ji cezayê darvekirinê re’ dengeke. Em weke hizb û aliyên siyasî yên ku navê xwe li binê vê daxuyaniyê dayîn, bang li hemû civakê, têkoşerên Kurdistanê dikin ku di 22’yê mehê de (Roja Çarşemê) li hemû Kurdistanê, dijî hukmê darvekirinê yê zarokên me greva giştî ragihînin. Herwiha hemû navendên kar, bazar, dibistan werin girtin û bi vî awayî hêza yekîtiya giştî ya ji bo dabînkirina armancên siyasî û mirovî nîşan bidin. Ev pêngava pêşîlêgirtinê, ji bo xilaskirina jiyana mirovan firseteke, bila em carek din nîşan bidin ku Kurdistan li hemberî hikumê ne mirovane bêdeng namîne û wê xwedî helwest be.”
Navê hizb û aliyên siyasî yên ku îmzeya xwe li binê daxuyaniyê dayîn wihane:
Partiya Azadî ya Kurdistan
Partiya Jiyana Azad ya Kurdistan (PJAK)
Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşanên Kurdistanî Îran
Hizba dEmokrata Kurdistanê ya Îran
Komeleya Zehetmkêşana Kurdistan
Komeleya Rêxistina Kurdistan ya Hizba Kominîsta Îran
NAVENDA NÛÇEYAN