Li Rojava jî wê bişike

Çarşem 27 Cotmeh 2021 - 23:52

  • Mûrat Karayilan: ‘’Fersendeke mezin li pêş gelê Kurd heye. Em îro dinêrin rexmê ku pîlana xwe hemû li ser dagiriya Başûrê Kurdistan bû, ji ber ku di vir de xetimî û têk çû, dixwaze berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê.’’

Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrad Karayilan ji hêzên gerîla re axivî û got; “Rejîma AKP-MHP’ê li hemberî berxwedana gerîla ya li Başûrê Kurdistanê têk çû, ji bo wê jî dixwaze êrişî Rojavayê Kurdistanê bike. Lê ew ê li Rojava jî têk biçin.”

Mûrat Karayilan bi cîhaza bêtel ji hêzên gerîla re axivî û got, “Îro 6 mehên berxwedana Avaşîn, Zap û Metîna temam dibin.

Heger mirov, 10’ê Sibatê berxwedana Garê weke destpêkê binirxîne, 8 meh û nîvê xwe temam dike. Rejîma AKP-MHP a faşîst û qirker, sala 2021’an di êrişa li dijî tevger û gelê me de weke saleke asta bilind pîlan kir. Armanca wan ew bû ku îsal li Başûrê Kurdistanê, tevahî deverên ku Gerîlayê Azadiya Kurdistan lê bi cih û war bûne, dagir bikin. Lê, dewleta Tirk bi tena xwe ne gengaz e ku vê pîlanê bi ser xîne.

Hêzên ku Komploya Navneteweyî yên sereke yên weke Emerîka-Elmanya-Ingilîstanê ev pîlan erê kirin û destek danê. Kirin ku hikûmeta Iraqê erê bike. Weke lingeke hundir PDK jî beşdarî vê pêvajoyê kirin. Bi vî awayî xwestin Komploya Navneteweyî êdî temam bikin û bi ser bixînin. Ango tevgerê bê koordîne bihêlin û bixin qonaxa tesfiyekirin û tinekirinê.

Wan pirr zêde bawer kiribû ku ew ê teqez encamê bigrin. Tecrûbeya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya 40 salan heye; hêzeke xwedan hişmendî, Apogerî û fedaî ye. Wan dixwest teqez biçin encamê, wisa Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bikin û pergala xwe ya faşîst mayinde bikin.

Bi esasî stratejiya dewleta Tirkiyê ya li hemberê Têkoşîna Azadiya Kurdistan di dema borî de têk çûbû. Ango hem stratejiya helandin û tinekirina gelê Kurd û hem jî stratejiya tesfiyekirina Tevgera Azadiyê jî encam negirt û herî dawiyê artêşa Tirk têk çû.

Ev 6 sal in li ser konsepta çongdanînî şer kirin û bi ser neketin. Ji bo wê xwestin sala dawiyê ango îsal weke sala asta bilind şerekî berfireh bimeşînin û teqez bi ser bikevin. Lê belê rejîma AKP-MHP a faşist û qirker di vê salê de jî encam negirt û bi ser neket.

Veguherîna gerîla û taktîkên nû

Li hemberê êrişên dijmin, Gerîlayê Azadiya Kurdistanê jî li ser hîmê perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî di lêgerîna bipêşvebirina taktîkê de bû. Di vê çarçoveyê de Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, kete nav hewldaneke guhertin û veguhertinê. Li ser vî esasî gerîlayê nû, gerîlayê demê, gerîlayê pispor di şêwazê şerê tîm de kûrahî çêkir. Rêbazên bin erd û şerê tunelan weke taktîk nêzîkbûneke nû derket holê û bi Hemleyên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê, gerîla pîlanên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst xitimand. Van her du rêbazan jî, hêzên hewayî û fûzeyên li hedefê asê dibin bê encam hîştin. 

Bi keda şehîdan dijmin şikest

Di serî de qehremaniya hevrê Şoreş, Rojhat û Seyfiyan li Garê raber kirî û hem şerê tunelan û hem jî şerê di erazî de çêbûye, lingên taktîk perspektîfa me ya destpêkê danîn holê. Ev ji bo me pir girîng bû. Di wir de şikestina dijmin û derketina taktîk perspektîfa me pêk hat û encam girt. Bêguman ev, di heman demê de ruhek jî ava kir. Piştî wê berxwedana Zendûra û ya Mamreşo ku di pêşengtiya hevrê Rêber, Hêjar, Serhed û Saryayan de hatiye pêş xistin weke berdewama ruhê Şoreşan, fedaîbûyînê kûr kir û di şerê tunelan de encamên girîng derxistin holê. Li kêleka vê cardin li Metîna (Qaşûrî) bi keda fermandar Rêber û Çekdaran, li Zapê bi keda fermandar Bawer û Delalan sû li Avaşînê bi ked û qehremaniya hevrê Şêrzan û Ronahiyan di eraziyê de şerê gerîlayê bi tevger û bi nîv tevger pêk hatiye pir girîng bû. Heman demê, ne temam be jî ango bê kêmayî be jî pêkanîna gerîlayê pispor û şerê tîm astekî xwe hebû. Ev bi xwe re encamên zehf girîng derxistin holê û taktîk rêbaz zelal kir. 

Berxwedana li Girê Sor û Werxelê

Li ser esasê van tecrûbana berxwedana Girê Sor û berxwedana Werxelê di şerê me de gihîşt asteke bilind a nû. Di qonaxa 8 meh û nîvan de eşkere bû ka gelên ku têrker teknîk derfetê xwe tine bin wê çawa karibin li hemberê artêşên mezin, li ber xwe bidin û bi ser kevin. 

Ev 4 sal in ji Amanosê heta Serhedê, ji Botanê heta Behrareş, ev tê tecrûbekirin. Bi kêmahiyan, kurtiyan û zeîfiyan heya roja îro hatiye meşandin. Me windahî dan, bedel dan lê em fêrî hinek heqîqetan jî bûn.

Girê Sor di sînorê Bakur û Başûr de ye. Di nuqteya sifir de ye. Kevirê sînor li ser gir bi xwe ye û dikeve hundir. Dewleta Tirkiyê bi qereqolê sînor û hwd. çêkiriye û Girê Sor kiriye nava tîpa C. Ango dijmin li hawirdorê wê berê de qerekol çêkirine, wisa çavê xwe li ser Girê Sor in û jixwe gelek caran tangan û topan jî dikirin hedef. Bi esasî Girê Sor di nava dijmin de ye û weke xençereke li ser dilê dijmin e. 

Berxwedana Werxelê çavên dijmin rijandin

Li vir seknek û fermandariyek Apogerî hat bipêşxistin û hat temsîl kirin. Li hember wan ev dijmin ket neçarî û bêzariyê, her roj cûr bi cûr êriş kirin û pirr caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Di van êrişan hemûyan de tenê şehîdê hêja heval Baz digihêje şahadetê. Li hemberê îradeya şoreşgerî bi serneketin, herî dawiyê bi şêwazekî tirsonek bombeyeke nû ya kîmyewî bikaranîn û Li wê derê 6 heval gihîştin şahadetê. Rêxme vê nikaribûn bikevin tunelê û nikaribûn hemû hevrêyan tine bikin. Hevrêyên ku mane, bi xwe ji wir vekişiyan.

Şerê tunelan yê herî dirêj û hîna jî dewam dike şerê berxwedana tunelên Werxelê ye. Li vê derê, bi pêşengtiya fermandarê mezin hevrê Cûmalî Çorûm û Çavrê Gever de berxwedana hatiye meşandin, têkçûna dijmin misoger kir. Ev hevrê mîlîtanên bi ruhê Apogerî û di zaferê de asêbûyînê, bi cesaretek mezin quntarên Werxelê kirin sehaya berxwedanê û şerekî rasteqîn.

Gelek caran derketin û êrişî dijmin kirin, derb li dijmin xistin, cebilxane û malzemê şer, li ser dijmin rakirin. Di dîroka têkoşîna me de berxwedana herî mezin û herî dirêj ku dijmin qehir kirî û têk birî, berxwedana Werxelê ye. Em çiqas li ser fermandarê fedaiyan Cûmalî Çorûm, hevrê Çavrê yan jî hevrê Botan û hevrê Zinarînan biaxivin jî wê kêm be. Ev heval bi înîsiyatifên xwe li ber xwe dan. Wan ji bo tevahiya gelê Kurdistanê û mirovatiyê xizmeteke mezin kir.

Li Rojava wê derbeke dîrokî bixwe

Mirov dikare bêje ev pêvajo, ji bo me jî û ji bo rejîma faşîst jî, zehf girîng bû. Pêvajoyeke weke qederê bû. Me ev heqîqet di serê salê de jî anîbû ziman. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, bi hemleyên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê rê nedan wan û ew têk birin. A niha dixwaze ser têkçûyîna xwe bigire û veşêre.

Ev serdemeke dîrokî ye. Fersendeke mezin li pêş gelê Kurd heye. Niha ev rejîma faşîst û qirker ya dewleta Tirkiyê li ser esasê qirkirina gelê Kurd dixwaze xwe mezin bike. Em îro dinêrin rexmê ku pîlana xwe hemû li ser dagiriya Başûrê Kurdistan bû, ji ber ku di vir de xetimî û têk çû, cardin dixwaze berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê. Feqet ji ber serneketina rejîmê, pirsgirêkên rejîmê hîn zêde bûn. Niha rejîm ji bo ku pêşî hilweşandina desthilatdariya xwe bigre, dixwaze li hemberê Sûrî ango li hemberê Rojavayê Kurdistanê hemleyek nû pêşbixîne. Di Başûr de têk çû. Niha jî dixwaze berê xwe bide Rojava.

Lê ev heqîqet heye: Heger ku pêşeng û şervanên Rojavayê Kurdistanê, li ser hîmê perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî tevbigerin, jê dersê derxînin û ji taktîk û nûbûnên li Herêmên Parastina Medyayê sûdê wergirin û li gorî şert û mercên xwe li herêmên xwe bixin meriyetê, rejîma faşîst-qirker ya Tirkiye êriş bike jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nabe. Bi taybet di hêzên leşkerî de pêşxistina pisporî û şerê terzê tîm, li kêleka wê pêşxistina şerê tunel bi hostayî pêş bikeve, di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de gel jî weke berê koç neke, li kêleka şervanan cih bigre û berxwedanê destek bike, bi rê û rêbazê civakî bibe aliyekî berxwedanê, wê vê carê rejîma AKP-MHP û çeteyên wê têk biçin, wê qet bi ser nakevin. Li Rojava rejîma AKP-MHP’ê wê şikesteke dîrokî bixwe.

Ev dijmin niha nikare bi me re şerekî normal bimeşîne. Ya dike bi çekê hewayî êriş bike yan jî bi çekê kîmyewî êriş bike. Heqîqeta artêşa Tirkiyê ev e. Ne ku em piçûk dikin, lê di pratîkê de ev heqîqet berçav e.”

NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.