- Sînemavanê Galîsyayî Olmo Couto ku perwerdeyeke baş ya sînemayê girtiye xwedî sînematografiyeke bi hêz e. Ew niha tevî Komîna Film a Rojava dixebite û di gelek filman de barê dîmensaziyê hildigire ser milê xwe. Olmo Couto herî dawî di rêzefilma “Evîna Kurd” de derhênertiya dîmenan kir û karekî serketî derxist holê.
ARDÎN DÎREN
Rêzefilma bi navê “Evîna Kurd” ku yek ji berhemên Komîna Film a Rojava ye, li ser ekranên Ronahî TV´yê dest bi weşanê kir. Rêzefilma “Evîna Kurd” weke 15 beş hatiye hazirkirin û dê bi rêzê hemû beş li ser televizyonê werin weşandin. Piştî rêzefilma “Tava Sor” ku ew jî berhemeke Komîna Film a Rojava bû, mirov dibîne ku ev rêzefilm tekûztir hatiye hazirkirin û hema bêje bê qisûr e. Diyar e, ekîba film haziriyeke baş kiriye ji bo rêzefilm tekûz were çêkirin. Nexasim jî di hêla dîtbarî de rêzefilm serketî ye, her wiha naveroka rêzefilmî jî ne xerab e. Dema ez li film an jî rêzefilmekî dinihêrim heta ku jenerîka film nebînim ji ber filmî ranabim. Min ev yek ji xwe re kiriye weke edetekî. Taybetî jî paşxaneya filmên Kurdan bala min dikişînin, dixwazim fêr bibim ka çi kesan film çêkiriye û di filmî de xebitîne.
Piştî filmê “Kobanê” ku mirov dikare bi rehetî bibêje ev film jî ji filmê “Ji bo azadiyê” serketîtir bû, bala min çû ser derhêneriya dîmenan. Meseleya serketîbûnê girîng e bi ya min dema ez behsa vî tiştî dikim, dixwazim bibêjim ku bipêşketinek heye û sînemaya Kurdî ya li Rojava her ku diçe bi rêk û pêk dibe. Xwe baştir dide temaşekirin û hezkirin. Naxwe her berhemeke Komîna Film a Rojava bi nirx e. Lê çawa min got, derhêneriya dîmenan di filmên dawî de bêhtir bala min kişand û çavê min bi navê Olmo Couto ket. Olmo Couto yek ji derhênerên dîmenan ê filmê “Kobanê” bû. Di rêzefilma “Evîna Kurd” de jî ez çav bi navê wî ketim. Wî derhêneriya dîmenan a kurtefilma “Berbû” jî kiribû. Berbû jî berhemeke Komîna Film a Rojava ye. Bû meraq ji min re û ez bi pey şopa Olmo Couto ketim.
Olmo Couto sînemavanekî Galîsyayî ye. Yanî li Spanyayê, li bajarê Ourense hatiye dinyayê. Bajarê Ourense jî li herêma xweser a Galîsyayê dimîne. Olmo Couto piştî Şoreşa Rojava berê xwe dide Kurdistanê û li Rojava bi Komîna Film a Rojava re têkiliyan saz dike. Diyar e wî têkiliyên baş ava kirine, ji lewre ev film nîşaneya van têkliyên baş in. Olmo Couto niha di navbera Rojava û Galîsyayê de,yanî di navbera du herêmên xweser de jiyana xwe dibuhirîne. Li gel sînemavaniyê Olmo Couta mirovekî feminîst û hawirparêz e.
Li Lehistan û Kubayê perwerdeya sînemayê
Olmo Couta li Lehistanê (Polonyayê), li dibistana sînemayê ya Lodzê li ser sînemayê perwerdeya dibe. Dibistana Lodzê (Dibistana neweyî ya film, televizyon û şanoya Lehistanê) di sala 1948’an de hatiye damezirandin û di nav dibistanên sînemayê de ya herî kevn û girîng e. Her wiha ew li EICTV jî perwerde bûye. EICTV (Escuela Internacional de Cine y TV de San Antonio de los Baños) jî saziyeke girîng a sînemayê ye û di sala 1986’an de ji hêla Gabrîel Garcîa Marquez, Julio García Espinosa, Tomás Gutiérrez Alea û Fernando Birrî ve li Kubayê hatiye damezirandin. Kêsên ku ev saziya filman damezirandin şair û sînemavanên serketî yên heyama xwe bûn. Dema mirov bi perwerdeya Olmo Couto ya sînematografiyê dadikeve, derdikeve holê ku ew baş perwerde bûye û xurtbûna sînematografiya wî ne bi awayekî tesadûfî ango çawalêhato ye. Wî di vî warî de kedeke mezin daye û di karê xwe de pispor e. Ji xwe dema mirov li karên wî dinihêre û dîmenên wî temaşe dike ev serketina wî xwe dide der.
Wêrekiya wan filman bi wan dide çêkirin
Olmo Couto dema li Ourense dimîne bi awayekî rûtîn jiyana xwe didomîne û dibêje ferq di navbera jiyana min a li Rojava û Galîsya de tine ye. Ew li Rojava çi dike. li Galîsyayê jî heman tiştî dike û bi heman fikrî jiyana xwe didomîne. Dema mijar dibe Rojava, ew dibêje, “Li wir jî bajar û warên aram hene û li her derî şer tine ye. Hinek cih ji ber şer rûxiyane, lê bajarên ku zirar li wan nebûye jî hene. Nexasim jî jiyanên li gundan normal in û li wir di nav xwezayê de aramî heye. Kurd mirovên dilşad in, nexasim jî ji muzîkê pirr hez dikin û nirxa muzîkê li gel wan bilind e. Ji tiştekî natirsin û di her fersendê de hewl didin filman çêkin û şoreşa xwe nîşanî xelkên dinyayê bidin.”
Ji bûyerên rast şêwazeke sînemayî ava dikin
Olmo Couto dema li Rojava ye, dema xwe bêhtir li Komîna Film a Rojava derbas dike. Hin caran weke teknîsyenê kamerayê kar dike û hin caran jî di filman de derhêneriya dîmenan dike. Ji bo filmên ku li Rojava tên çêkirin jî nirxandineke bi vî awayî dike; “Bêhtir filmên belgeyî yên li ser şer in, filmên ku li Rojava tên çêkirin. Kurd dixwazin jiyana civakî û her wiha rastiya şer teswîr bikin. Serpêhatiyên ku dikin film jî, bûyerên rast in. Şêwaza sînemaya wan jî li gorî rastiya welatê wan teşe digire. Bi zanebûn filmên xwe bi Kurdî çêdikin. Saziyên wan ên ku di warê muzîk û sînemayê de pispor in ava bûne.”
Feminîzm, hawirparêzî û konfederalîzm
Olmo Couto li ser pergala ku niha li Rojava hatiye sazkirin jî got; “Her çiqas hebûna feminîzmê ya li vir ji we re xerîb be jî, ew bingehê civakê ye û her tişt li ser vê nihêrînê ava bûye. Di saziyan hemûyan de jin û mêr wekhev in. Vê rastiyê mirov li şaredarî, dibistan û saziyên din ên civakî hemûyan dibîne. Her wiha civakeke hawîrdorparêz jî heye, ew girêdayî xwezayê ne. Baweriyê bi konfederalîzmê tînin. Naxwazin kes li kesî neheqiyê bike û mafê kesî binpê nakin.”
Evîna Kurd; yên dixwazin werin û yên dixwazin biçin
Senarîstên rêzefilma “Evîna Kurd” Endama Şanoya Çîya, Ekîn Ronî, Hevserokê TEV-ÇAND'ê yê Mezopotamyayê Ednan Îbrahîm, behsa çîroka rêzfilmî dikin.
Ekîn Ronî: Çîroka malbateke mezin e, esas wêneyekî Rojava ye, yên dixwazin werin, yên dixwazin biçin, malbat, ciwan û hinekî jî dîrok e. Têkoşîna navxweyî ya civakê û êrişên derve hene. Mijara rêzefilmê dîroka nêz a Sûriyeyê, rejîm, DAIŞ û hewldana destwerdana dewleta Tirk a li Rojava, gelên asayî yên ku vê yekê bandor li wan kiriye, birêxistinkirina vê civakê û xwenaskirina gel û ciwanan e. Çîroka vegera li cewherê xwe ye.
Ednan Îbrahîm: Mijara rêzefilmê, çîroka 3 bira û 3 malbatan e û ew nûnertiya civaka Rojava dikin e. Birayê mezin Mihemed bi cotkariyê re mijûl e. Li aliyê din Ezîz bi dîtina nexşeyên xezîneyan tim li xezîne û berhemên dîrokî digere. Li aliyê din Îbrahîm di temenekî biçûk de ji gundê xwe derketiye û li Şamê dimîne û bi keçeke Filistînî re dizewice. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re Îbrahîm dixwaze vegere Rojava û tevlî şoreşê bibe. Li aliyê din Ezîz her tim dixwaze Rojava biterikîne û koçî Ewrûpayê bike. Me di rêzefilmê de behsa guherîna jiyana van her sê birayan kir. Di rêzefilmê de her du aliyên evînê xuya dikin. Evîneke sexte û rast… Bi MÎT, DAÎIŞ û sîxurên wê, YPG-YPJ’ê, xebatên çand û hunerî, komun, meclîs, şaredarî, trafîk, saziyên nîzama giştî, gelên Ereb, Ermen û Suryanî, rola jinan di avakirina rêxistinê de, şoreş hemû diyar in.