Li ‘Rindê’ û ‘Însan’ guhdar bikin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Sibat 2024 - 00:48

Muzîkjenê Kurd Mehmet Akbaş ku di van demên dawî bi performans û konserên zindî derdikeve pêşberî muzîkhezan ji albûma xwe ya nû du stran li ser platformên medyaya civakî belav kirin.

Muzîkjen Mehmet Akbaş ku li Elmanyayê dijî bi dirûşmeya “Muzîk welatê min e” li Kolner Philharmonie (Salona konseran a senfonik) konser li dar xistibûn. Wî ji ber qeydiyên xwe yên konserê du klîpên bi navê “Rindê” û “Însan” hazir kir û li ser Spotify û Youtube belav kir. Wî her du stran jî bi şêwezarê Kirmanackî gotiye.

Muzîkjen Erdem Altınses weke çêkerê projeya konser û klîpan bi Mehmet Akbaş re xebitiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.