Li Rihayê girtiyekî din hat qetilkirin

Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:17

Piştî ku li Girtîgeha Amedê girtiyek hate qetilkirin, girtiyê bi navê Mehmet Yilmaz ê di Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de bi awayekî bi guman wefat kir.
Girtî Mehmet Yilmaz ê 25 salî, li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê dihat ragirtin, bi awayekî gumanbar wî jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên girtîgehê îdîa kirin ku Yilmaz di 24’ê Tîrmehê de dema ku bi tena serê xwe di hemamê de bû, xwe kuştiye.
Cenazeyê Yilmaz piştî lêkolînên li cihê bûyerê, birin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rihayê.

Kadrî Ekîcî jî kuştibûn

Di hefteya dawî de herî kêm cenazeyên 2 girtiyan ji girtîgehan derketin. Girtiyê siyasî Kadrî Ekîcî yê 25 salî di 21'ê Tîrmehê de di hucreya xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Rêveberiya girtîgehê îdîa kiribû ku wî xwe kuştiye. Malbata wî diyar dike ku girtî rastî şidetê hatiye û gef lê hatine xwarin. Malbat dibêje, ew hatiye înfazkirin.
Ekîcî bi îdiaya “Yekitiya dewlet û yekparçeyiya welat” xera kiriye, li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Amedê de bû.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan di navbera salên 2021-2022’an de bi giştî 87 girtî û hikumxwar li girtîgehên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane. ÎHD'ê diyar kir ku ji van 17 'mirinên bi guman' in.

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.