Li Reqayê projeya ronîkirinê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:27

ENES MIHEMED / ANHA / REQA

Bi armanca ronîkirina kolanên Reqayê bi giştî, beşa ronîkirinê li ser gihandina torên ronîkirinê yên nigihîştine hin kolanan xebatan dike. Ev proje wê di Nîsanê de bê destpêkirin.

Rêjeya xebatên ronîkirinê yên li Reqayê hatiye kirin ji sedî 70ˊê ye û wê rêya Ferdos a digihîne Nexweşxaneya Wetenî heta bi Mizgefta Newewî ve bê destpêkirin. Dirêjahiya wê xetê kîlometreyek e. Ji wê zêdetir jî wê xebat li taxên şaxî yên bajêr mîna taxên li rojhilatê pira kevin, taxên derdora mizgefta kevn, bajarê sînaî û taxa Feratê bên kirin. Ew ê deste hin parkên giştî jî ronî bike; mîna Parka Îstiqlalê, Parka Beca û parka 7ˊê Nîsanê. Ew jî piştî rêya Hiwêwe, kolana 16ˊan û rêya Panorama hatin ronîkirin. Beşa ronîkirinê hîmên li hundirê Parka Jinê ya li bakurê firina zimhêr kolandin, da ku piştre parkê ronî bike. Her wiha 6 stûnên ronîkirinê li hundirê parkê hatine danîn. Der barê projeya ronîkirinê de serokê beşa ronîkirina giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê Şewax El Selal axivî û got:"Piştî proje bi rêjeya ji sedî 70 li hundirê kantonê hat ronîkirin, plana temamkirina projeyên ronîkirinê hene. Ew ê werşeyên ronîkirinê di çarçoveya plana ronîkirina kolanên sereke û şaxî yên mayî de bixebitin. Ew proje wê di destpêka Nîsanê de bên destpêkirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.