Li Reqayê piştgiriya bi koçberan re

Pêncşem 12 Kanûn 2024 - 02:25

Li kantona Reqayê destpêşxeriyên gel ên mirovî ji bo piştgiriya koçberên kantona Efrînê û Şehbayê dewam dikin.

Li kantona Reqayê ji bo piştgiriya koçberên kantona Efrînê û Şehbayê gelek destpêşxeriyên gel dest pê kir.

Xalid El Cedû yek ji berpirsên piştgiriyên êla Elbûreceb e, der barê destpêşxeriya wan de axivî û wiha got: "Însiyatîfa me destpêşxeriyeke lezgîn e, şêniyên Reqayê û gundewarên wê yên ji êla Ebûreceb pê rabûne, ji bo berhevkirina pêdiviyên mîna xwarinê, betanî û dermanan. Ev alîkarî tenê ji aliyê xelkê ve tê dayîn, ji ber ku me berê ezmûnên wiha dîtine. "

El Cedû got şêniyên gundê Ebû Qubêy ê Reqayê gelek malên xwe ji bo koçberan vekirin.

Her wiha şêniyên gundên El Salhiya û Elrejm El Ebyad ên Reqayê jî malên xwe ji bo pêşwazîkirina koçberan vekirin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên gundê Kasra Efnan ê kantona Reqayê piştgirî da 14 malbatên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê koçber bûne û hemû pêdiviyên pêwîst ji wan re peyda kirin.

Şêniyan der barê mijarê wiha got: "Me li gundê Kesra Efnan pêşwazî li xelkên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin kir, ji wan re alîkariya xwarin, cil û berg, doşek û betaniyan pêşkêş kir, ji ber ku em hemû welatiyên Sûryeyê ne û yek gel in û ti cudahî di navbera me de nîn e. "

Welatiya bi navê Esmahan Mihemed Cemîl ku ji Efrînê koçber bûye û li dibistana Kesra Efnan bi cih bûye, got: “Em ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi darê zorê ji malên xwe hatin koçberkirin û ev cara sêyemîn e ku em ji herêmên xwe ber bi herêmên ewle ve koçber dibin."

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.