Bi boneya Roja Cîhanî ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ li navçeya Ranya ya ser bi herêma Raperînê xelk kom bû. Xelkê doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Doh êvarê bi pêşengiya Komîteya ji Ocalan re Azadî, xelk li Parka Derwaze ya navçeya Ranyayê, ji bo roja cîhanî ya “Ji Ocalan re azadî’ kom bû.

Beriya daxuyaniya çameniyê, xelkê pêşî deqîqeyek rêz ji bo  şehîdên azadiya Kurdistanê girt. Li ser navê Komîteyê, Silêman Wertê got, faşîzma Tirk û hevalbendên wê, dixwestin di şexsê Rêber Ocalan de gelê Kurd têk bibin: “Dixwestin bi vî awayî gelê Kurd qir bikin. Lê gel ev pîlan têk birin.”

Silêman Wertê got, Kurdan wekî din karî daxwaza azadiya Rêber Ocalan cîhanî bikin: “Niha mirovahî daxwaza azadiya Rêber Ocalan dike.”

Însiyatîfa ‘Ji Ocalan re Azadî’ roja cîhanî ya mafê mirovan di heman demê de weke ‘Roja cîhanî ya ji Ocalan re Azadî’ destnîşan kiriye.

ROJNEWS/RANYA