Koma Koşan li bajarokê Ranyayê ya îdareya Raperînê bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê, li hola Pirtûkxaneya Giştî bi dirûşmeya ‘Piştî 100 salên Peymana Lozanê, Kurdistan’ bi beşdarbûna kesayetên siyasî Hakim Şêx Letîf û Kameran Mentik semînerek li dar xist.
Di destpêka civînê de Dr. Kameran Mentik got, “Yek ji pirsgirêkên herî mezin ê Kurdan ew e ku hîna pirsgirêka xwe tênegihiştine. Di nava 100 salên bihurî de fikra Kurdî li ser heman rêgehê xebitiye, çawa Lozan xwendine, bi heman şêweyî buyerên din jî xwendine. Ji ber wê yekê negihiştine wê astê ku pirsgirêka xwe bizanin. Divê em derfeta Lozanê ji bo rexnekirina jibîrkirina sedsalekê bi kar bînin.”
Kurdan tiştek bidest nexist
Dr Kameran Mentik derbarê Peymana Lozanê de jî got, “Lozan encama qonaxa şerê dijwar a dewletan ya piştî şerê cîhanê yê yekemîn e. Çima Kurdan nekarî tiştekî bi dest bixin, ji ber ku yên beşdarî şer bûn para wan di serketinê de hebû. Lê Kurdan xwe da aliyê Osmaniyan. Piştî şer jî Kurdan nekarî xweseriyekê ji xwe re ava bikin. Di vê demê de du rêyên Kurdan hebûn. Yan Kurdan wê daxwaza desthilatiya xwe bikira yan jî wê weke neteweyên din daxwaza dewletekê kiriba. Nakokî û pevçûnên navxweyî li ser her du rêyan, rewş ber bi parçebûna nava Kurdan ve bir û ev yek bû sedem ku Kemalîst hêsantir bikarin hêz, hizb û komên Kurdan ber bi aliyên xwe ve bikêşin. Mixabin siyasetvanên Kurd ên wê demê jî ne durist bûn.”
Hakim Şêx Letîf jî got:“Dijmin, ev 100 sal in, ji bo tinekirina sembolên ku me weke netewe avakirine, dixebitin. Ji bo wê, divê piştgirî û parastina sembolên manewî yên xwe bikin. Dema ku em ji Lozanê destevala vegeriyan, rastiya siyasetvanên me yên wê demê eşkere bû. Niha rewş xirabtir e. Heta ku em vê yekê çareser nekin, em nikarin encameke cudatir bi dest bixin.”
ROJNEWS/RANYA