Li Qamişloyê yekem pêşangeha pirtûkên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:03

  • Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê dê di 15`ê Gulanê de yanî di Cejna Zimanê Kurdî de, yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê veke.

SÎMA BIROKÊ / ANHA/QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê dê di 15`ê Gulanê de yanî di Cejna Zimanê Kurdî de, yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê veke. Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî dê li Qamişloyê be û 3 rojan dewam bike.

Li gorî Desteya Çandê, pêşangeh 15-18`ê Gulanê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê ye. Têkildarî bername û hûrgiliyên yekemîn pêşangehê, hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen axivî.

‘Bi tevahiya şêwezarên Kurdî’

Rewda Hesen got, “Îsal bangewaziyên hezkiriyên zimanê Kurdî li ser medyaya dijîtal hebûn, ji bo vê yekê me xwest vê pêşangehê vekin. Her wiha da ku zimanê Kurdî bêhtir bi pêş bikeve jî, di pêşangehê de pirtûk wê bi tevahiya şêwezarên Kurdî hebin, ev yek jî wê bibe derfetek da ku nifşên nû şêwezaran nas bikin.”

Rewda Hesen destnîşan kir ku armanc ji vekirina pêşangehê ew e ku berhemên nivîskarên Kurd derxin ji bo nifşên nû ku li dibistanên Rojava bi zimanê Kurdî perwerde dibin.

‘Bi hêviya bi dilê civakê be’

Girêdayî şert û mercên qebûlkirina pirtûkan di pêşangehê de Rewda Hesen got, “Ji bilî dagirtina lîsteya pêşwazîkirinê, tiştekî din tine ye; ew jî ji bo naskirina hejmar û nasandina wan sazî, kesayet, weşanxane û navê pirtûkan e.”

Rewda Hesen di axaftina xwe de got, bipêşketina zimanê Kurdî li Rojava bi saya hewldanên Desteya Perwerde û Fêrkirinê pêk hatiye û got, “Hêviya me ew e ku pêşangeh bi dilê civakê be.”

Têkildarî amadekariyan Rewda Hesen da zanîn ku di nava amadekariyan de Dîwana Wêjeyê, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Saziya Zimanê Kurdî û weşanxaneyên Neqiş, Şilêr, Ava û Mezopotamyayê hene.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.