Li Qamişloyê pêşangeha pirtûkên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Gulan 2023 - 03:59

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Duyemîn a bi Kurmancî, Soranî û Kirmanckî pêr li Qamişloyê dest pê kir. Balkêş e ku nivîskarên jin bi hejmareke zêde beşdarî pêşangehê bûne.

Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Duyemîn li dar xist.

Pêşangeh bi dirûşma “Xwendin hebûn e” li Hola Zana ya li Qamişloyê tê lidarxistin û şandeyên ji Reqa û Tebqayê jî wek mêvan beşdar bûne.

Pêşangeh îro jî (17’ê Gulanê) li xelkê vekiriye. Tê de 12 hezar û 140 pirtûk, tên nîşandan.

Li gorî Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Yekemîn, hejmara weşanxane û pirtûkên beşdarî pêşangehê bûne, zêdetir e.

Par 10 hezar pirtûk di pêşangehê de hebûn û rêjeya jinan jî ji sedî 30 bû. Lê li gorî endamê komîteya amadekar a pêşengehê Ebdulmecîd Xelef, îsal nivîskarên jin bi rêjeya ji sedî 45 beşdarî pêşangehê bûne. Xelef anî ziman ku bi weşanxane û saziyên têkildar re wan peywendê daniye da ku buhayên pirtûkan kêm bikin û hejmareke zêde ya xwendevanan bikarin wan bikirrin.

 

Pêşangeh ji parvekirinan derfetek e

32 weşanxane, saziyên çandî û yekîtiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî pêşangehê dibin. Pirtûkên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî hatine nîşandan, lê belê ji ber astengiyên rê, weşanxaneyên li wan parçeyan nikarin beşdar bibin.

Pêşangehê bi axaftina endamê komîteya amadekar Ebdulmecîd Xelef dest pê kir. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis jî bal bire ser rola rewşenbîran di perwerdekirina civakê de û şehîdên di oxira parastina zimanê Kurdî de xwe feda kirine, bi bîr anîn.

Bi navê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê jî Firyal Çolî got, pêşangeh ji bo derbirandin û parvekirina fikr û nihêrînan derfetek e.

Pêşangeh rojane ji saet 10’ê sibehê heta 8`ê êvarê dewam dike.

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.