Li Qamişloyê konferansa Kurdî
Şemî 26 Nîsan 2025 - 02:45
“Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” wê 26'ê Nîsanê li bajarê Qamişloyê bê lidarxistin. Ji Rojava, Bakur, Başûrê Kurdistanê û gelek deverên Sûriyeyê wê zêdetirî 400 kes tev li konferansê bibin.
Konferansa Kurdên li rojavayê Kurdistanê ku bi salan e nîqaşên wê dihatin kirin, êdî pêk tê. Konferansa bi navê, “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” wê 26'ê Nîsanê li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê were lidarxistin.
Li gorî agahiyên komîteya amadekar, wê nûnerên tevahiya partiyên Kurd, rêxistinên jin û ciwanan, kesayet, rewşenbîr, hunermend û oldarên li Rojavayê Kurdistanê, kesayetên Kurd ên ji bajarên Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê tev li konferansê bibin. Ji Bakurê Kurdistanê şandeya DBPê û DEM Partiyê, ji Başûrê Kurdistanê nûnerên partî û rêxistinan jî wê di konferansê de amade bin. Her wiha wê ji rojhilatê Kurdistanê, Başûr û derveyî welat jî peyamên partî û rêxistinên Kurd werin xwendin.
Beşa ewil ji çapemeniyê re vekirî ye
Konferans, wê saet di 10.00an de bi xêrhatina mêvanan û hilbijartina dîwanê destpê bike. Di konferansê de dê ewilî Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlum Ebdî biaxive. Piştî axaftina vekirinê wê mêvan li ser mijarê nêrîn û nirxandinên xwe bikin. Her wiha peyamên ji bo konferansê hatine şandin bên xwendin.
Ji bo konferansê hemû saziyên ragihandinê yên Kurdistanî û biyanî hatine vexwendin. Li gorî komîteya amadekar, wê li ser navê zêdetirî 60 saziyên ragihandinê derdora 200 rojnamevan konferansê bişopînin.
NAVENDA NÛÇEYAN