Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, kargeheke oksîjenê ya tibî li Qamişloyê vekir. Kargeh dikare rojane 300 tupên oksîjenê hilberîne.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, kargeha oksîjenê li Navenda Jiyan a Covid-19 a bajarê Qamişloyê vekir da ku pêwîstiyên nexweşxane û navendên tenduristiyê yên tupên oksîjenê dabîn bike.

Kargeh li Qamişloyê yekemîn e û dê 24 saetan bixebite. Hêza hilberandina wê rojane 300 tup e ku dê bê pere li navendên tenduristiyê yên desteyê werin belavkirin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, endamên Heyva Sor a Kurd û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê beşdarî merasîma vekirina kargehê bûn.

Di merasîmê de cihgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd got, pêwîstiya herêmê bi projeyên wiha heye da ku xizmeta warê tenduristiyê bike. 

Ahîn Siwêd bal bire ser rola Desteya Tenduristiyê û kadroyên wê di bipêşxistina xizmeta warê tenduristiyê de û got, tupên oksîjenê dê bê pere li nexweşxaneyên gel werin belavkirin û ew ê wan bi buhayekî erzan bifiroşin yên taybet.

Deriyê kargehê ji aliyê dayika şehîd Mihemed Îsam Ebod û Ahîn Siwêd ve hat vekirin.

ANHA/QAMIŞLO