- Lîstika şanoyê "Çîroka sê birayan" li Navenda Mihemed Şêxo ya Çandê derket ser dikê.
Çalakiya ku Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê li dar xistiye, di roja duyemîn de bi nîşandana şanoya "Çîroka sê birayan" bi dawî bû.
Lîstika şanoyê "Çîroka sê birayan" li Navenda Mihemed Şêxo ya Çandê derket ser dikê. Nivîskarê şanoyê Ehmed Îsmaîl e û derhêner Ebdulcabir Hebîb e.
Şano balê dibe ser girîngiya hebûna bawerî, exlaq û dûrketina ji derewan, her wiha bandora derewan li civakê, bi taybetî li ser zarokan.
ANHA/QAMIŞLO