Li Qamişlo meşa mezin

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:05

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” de, wê li bajarê Qamişlo meşeke mezin were lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve tê organîzekirin, wê 12’yê Hezîranê bê lidarxistin. Meş wê Saet 18.00’an Çerxerêya Osman Sebrî destpê bike û heta pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dewam bike.  Ji bilî Qamişlo wê ji bajarên Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs jî gelek kes beşdar bibin. Piştî meşê wê bi Erebî û Kurdî axaftin werin kirin.

Komîteya amadekar bang li hemû pêkhateyên li bajarên behsa mijarê kir ku tevlî meşê bibin. 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.