Bi gotin, awaz û dîmenên hunerî çand û folklora şêniyên Qamişlo û rastiya evîna dirust tê veguhestin, di vê çarçoveyê de Stûdyoya Şehîd Welat ango bi navê din Hunergeha Welat, bi hevkariya saziya folklorî Pargînê kilîpeke nû derxist.

Careke din Hunergeha Welat û saziya folklorê ya Pargîn berhemeke nû derxist, ku bi rêya wê berhemê rastiya dîrokî ya gelê Kurdistanê û berxwedana wan a li hember qirkirin û komkujiyan nîşan didin.

Ji taxên bajarê Qamişloyê ango wek ku şêniyên wê jê re dibêjin "Bajarê Evînê" her du saziyên hunerî rastiya gel û çanda şêniyên bajêr û evîna dirust bi rêya kilîpekê nîşan dan.

Hunermend Îbrahîm Feqê û Şêro Hindê gotinên stranê nivîsîne û awazên wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatine çêkirin. Şêro Hindê derhêneriya klîpê kiriye. Hunermendên Hunergeha Welat bi karê kilîpê rabûne.

Dîmenên kilîpa bi navê "Li Qamişlo li ber derî" li taxên Xanîka, Bişêriyê, Hilko û Aşê Bozî hatin girtin.

Der barê armancên kilîpê de endamê Hunergeha Welat Kawa Xalid got, pirraniya berhemên wan û yên saziya folklorê ya Pargîn rastiya berxwedana şoreşgerî nîşan didin.

ANHA/QAMIŞLO