EHMED EL ESAF / ANHA / REQA
Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser Sadiq El Xelef têkildarî buhakirina sotemeniyê li herêmên Rêveberiya Xweser axivî û got: “Bihakirina sotemeniyê tenê li ser qada bazirganiyê, pîşeyî û turîzmê û yên taybet derbasdar e. Buhaya wê di qada xizmetguzarî de sabît e.”
El Xelef aşkera kir ku bihakirin li ser firin, proje, jenerator, otobusan û veguhastina hundirîn ne derbasdar e.
Her wiha diyar kir ku li gorî lêçûna derxistina sotemeniyê buhaya sotemeniyê bi zêdetirî ji sedî 50`î destekkirî ye.
El Xelef diyar kir ku buhaya sabît a lîtreya mazotê ya destekkirî 15 cent e û ya mazota nedestekkirî 30 cent e û got:“Ew ê pere bi lîreyê sûriyeyî bê dayîn. Heftane, buhaya mazotê bi lîreyê sûriyeyî li gorî dolarê bê diyarkirin.”
Der barê buhayê mazota destekkirî ya qada xizmerguzariyê de El Xelef got: “Buhayê lîtreya mazotê ya jeneratoran û firinan 125 lîre ye. Ya ji bo qada çandiniyê 525 lîre û germkirinê 325 lîre ye. Rêveberiya Xweser ev buha sabît kirine û wê destekkirî bimînin.”
El Xelef destnîşan kir ku ti guhertin di buhaya benzînê de çênebûye, ew sabît e ji ber ku dikeve xizmeta xelkê û buhaya wê 425 lîre ye.
Têkildarî bihakirina sotemeniyê El Xelef got: “Biryar, li ser daxwaza şênî û rêveberiyan bûn bi şertê pêşxistina kalîteya wê û peydakirina wê li herêmê. Ev buha guncav in û wê kalîte baştir bin. Ew ê sotemenî li herêmê bi giştî were peydakirin.”