Çekdarên PDK’ê li herêmên nêzî gerîlayan vê carê li rex baregehên leşkerî, dest bi birîna daran kirine.

Siyaseta şerxwaz ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dewam dike. PDK rojane baregehên nû li nêzî herêmên gerîla ava dike û çekên giran vediguheze herêmê. Vê carê PDK li rex çêkirina baregehan, li herêmên nêzî gerîlayan dest bi birîna daran jî kiriye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, çekdarên PDK’ê li herêma Qesrê ya ser bi navçeya Çoman û bajarokê Wertê ya ser bi navçeya Rewandiz yên dikevin ser bajarê Hewlêrê, dest bi birîna daran kiriye û ev dar bê ku ji bo wan pêwîst bike, têne birîn.

Herêmên ku çekdarên PDK’ê dar lê dibirin evin; “Zînî Wertê, Çiyayê Gewe, rêze çiyayên Direb, Girê Kêle ya ser bi bajarokê Wertê, Girê Maynesur, Girê Xanolan, gundê Welzêy a ser bi bajarokê Qesrê, Girê Kulîtar û derdora wê.”

Herwiha li gorî agahiyan, li rex darbirînê, fermandarên PDK’ê ji xelkê herêmê xwestine bi kêfa xwe biçin û daran bibirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ