Li Portekîzê ronahiya Ocalan

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 03:00

Platforma Piştevaniya li gel  Kurdistaniyan a Portekîzê di çarçoveya pêngava 'ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de ku pêngav ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û li seranserê cîhanê berdewam dike, li Portekîzê çalakiyan li dar dixe. Platforma Piştevaniyê di çarçoveya pêngavê de panel, semîner û meşan li dar dixe. 

Li bajarên  Lîzbon û Coimbrayê ji aliyê Platfporma Piştevaniya li gel  Kurdistaniyan ve semînerên ‘Konfederalîzma Demokratîk’ hatin lidarxistin.  Di semîneran de ji paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk  mijarên weke; ‘’netewe-dewlet’’, ‘’azadiya jinan’’, ‘’qada sêyemîn’’, ‘’ekolojî’’ û ‘’demokrasiya radîkal’’ hatin gotûbêjkirin. Di semîneran de behsa girîngiya paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate destnîşankirin ku tekane modela çareseriyê ya ku pevçûnên li Rojhilata Navîn bi dawî bike neteweya demokratîk e.  Her wiha behsa polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd jî hate kirin û hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan ev 26 sal in di bin tecrîda mutleq de tê rehîngirtin û zêdetirî 4 salan e jî bi tu awayî agahî jê nayê wergirtin. Tevgerên ciwanan û saziyên sivîl eleqeyeke mezin nîşanî semînaran dan  û di semîneran de behsa girîngiya pêngava navneteweyî jî hate kirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.