Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan û wezîrên wî îdia kiribûn ku fermandarê HPG’ê Nuredîn Sofî li Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin. HPG’ê têkildarî idiayê daxuyanî da û diyar kir ku ev agahî nerast e.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê da zanîn ku di demên dawîn de ji aliyê çapemeniya tirk ve têkildarî fermandarên wan nûçeyên bi vî rengî tên weşandin û ev rêbazekî şerê taybet e. HPG'ê ragihand dewleta Tirk a ku li bara gerîla tiştek bi ser nexistî ketiye pey serketinên bi derewan û got, ''Ti rastiya wan nûçeyan nîne ku van demên dawî têkilî hêzên me û konseya me ya fermandariyê têne dayîn. Dewleta Tirk a faşîst qirker mêtinger ku li pêşberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nikare ti serketinê bi dest bixe, bi rê û rêbazên şerê taybet senaryoyan li gorî xwe çêdike û hewl dide serketinên sexte ji xwe re çêke. Nûçeyên ku dema dawî têkildarî hêzên me û fermandariya me de hatine weşandin rast nînin. Bila gelê me guh nede van nûçeyan ku di çarçoveya şerê taybet de hatine amadekirin."
Di daxuyaniyê de der barê çalakiyên gerîla de jî agahî têne dayîn û tê gotin: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de 17’ê Gulanê li dijî hêzên dagirker ên li Girê Xaç ên li devera Xantûr a Herêma Heftenînê çalakiyek hatiye kirin. Gerîlayan komeke dagirkerên li binê konekî kom bûbûn kirin hedef û 3 dagirker hatin cezakirin.”
Di daxuyaniya HPGʼê de agahî tê dayîn ku 11’ê Gulanê di encama êrişeke hêzên Îranê de 4 gerîla şehîd bûne. Li gorî agahiyê, dema hêzên gerîla ji deverekê derbasî devereke din dibin li devera Selmasê dibin hedefa hêzên Îranê û 4 gerîla şehîd dibin.
Li gorî daxuyaniya HPGʼê dewleta Tirk 17ʼê Gulanê jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hin qadên Zê, Avşîn û Metînayê bombardûman dike. Di encama van bombardûmanan de zirar nagihîje hêzên gerîla.
NAVENDA NÛÇEYAN