Li pey çîroka zarokatiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Cotmeh 2021 - 01:42

  • Heval Bargiran li pey temamkirina çîroka zarokatiya xwe bû, ew zarokatiya ku jê hatibû dizîn. Ew tim wek cengawerekî li meydanên şer bû, xwedî dilekî wêrek, pîr û pak, şervan û zaroke bû. 

ZERYAN RÊWAN / BEHDÎNAN    

Çiyayên Kurdistanê çîrokên qehremantiyê dinivisîne. Her qehreman di dilê gelê Kurdistanê de evîndariya welatparêziyê ava dike. Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê li hemberî dagirkerên xwînmij têdikoşin û şer dikin. Di vî şerî da bi hezaran têkoşer bi wêrektî û lehengtiyê di dîroka heqîqetê de navên xwe nivîsandin. Di nav rûpelên vê dîrokê de têkoşer Bargiran Erkendî jî ciyê xwe bi şervaniya xwe digre. Cîyê xwe ne tenê di rûpelan de digre, her wiha wî cîyê xwe di dilê gelê xwe û dilê hevrêyê xwe de jî girtiye. Hevrê Bargiran, barekî giran dihêle li ser milê hevalê xwe û hevalê wî jî vî barî bi dilekî rast û qaîm hildigrin ser milê xwe û dimeşin. 

Hevreya Bargiran Erkendî, Bêrîtan Botan behsa vî barê xweş û hevreyê xwe yê şerker dike:

Dixwest çîroka zarokatiya xwe temam bike

‘’Heval Bargiran li pey temamkirina çîroka zarokatiya xwe bû, ew zarokatiya ku jê hatibû dizîn. Ew tim wek cengawerekî li meydanên şer bû, xwedî dilekî wêrek, pîr û pak, şervan û zaroke bû. Dengek bû, qêrînek nû bû û li çar hawirdorên Mezra Botan. Piştî salan dê Hesen navê xwe bikira Bargiran. Belê dema ku dibêjin Botan an jî Mezra Botan gelek çîrok, çîvonok, serhildan, egîdî, êş û azarên miletekî tê bîra mirovan. Dema mirov li erdnîgariya Botanê dinêre di navda hîs dike û dibîne ka çima ewqas destanên lehengane û qehremanî  tên neqişandin. Ji nava dile Cûdîyê Miradan mirov dibe şahidê Keştiya Nûh a ku ji navserê digihîje serfiraziyê. Dengê heval Bargiran di nava kunberfên Kato’yê de bilind dibe ber bi zinarên asê yên ku şahidiya berxwedanî, kurdbûyîn û welatparêziya niştecihên wir kirine.

Gundê wî dişewitînin û vala dikin

Herekola mîran a ku ji her helê ve dibe stargeha vejînê, a ku dibe lêgerîna xewn û xeyalên veşartî û şahidiyê ji dîrokê re dike. Li wir hezar qehremanên ku navên xwe bi tîpên zerîn li ser rûpelên dîrokî dinivisînin hene. Çîrok ji vir destpê dike, çîroka wî zarokê ku li Herekolê çêbûye. Xwebûn û lêgerîn li vir destpê dike. Bargiran yanî bi navê din Hesen, lawê Herekolan e, evîndarê wê heqîqeta ku jê hatiye veşartin e. Kurdistana wî şewitandin û zarok bê ken hiştin. Li vir destpê dike çîroka zarokekî Medyayî yê ku piştra dibe cengawerê cenga giran. Belê, pênasekirina cengaweriya wî her çend zehmet be jî barê ser milê meye ku em behsa vî cengawerî bikin. Heval Bargiran jî çavê xwe di nav dilê Botanê de vekiriye. Li gundekî Herekolan ê bi navê Erkendî ji dayîk dibe. Le ji ber ku xwînmijên dagirker gundê heval Bargiran dişewitînin û vala dikin malbata wî mecbûr dimîne koçî metropolan bike. Dixwazin nasnameya wî tine bikin û wî bi bişaftinê re rû bi rû bihêlin. Ew her çiqas li bajarê Edene bi cî bibe jî şewitandina gundê xwe jibîr nake, zarokên ku li ber pêsîra dayikan hatin kuştin jibîr nake. Heval Bargiran xayîn û kesên xwe firotin jî jibîr nake. 

Her tim bi coş û moral bû

Bargiran nevekî hilbijartî ê tolhildanê ye. Bi hêrs û kîneke mezin berê xwe dide çîroka zarokatiya xwe ya jê hatiye dizîn. Ji ber van sedeman ew dibe gerîlayekî tolhildanê. Belê dema ku dibêjim Bargiran, gelek pênase tên bîra min, lê tenê kesên bûne şahidê jiyana wî ancax dikarin çîroka wî vebêjin. Hevaltiyeke wi ya xas, kesayetiyeke wî ya fedakar hebû. Her tim bi coş û moral bû.’’

Sonda me sonda serkeftinê ye

Gelo ma mirov wê birîqîna çavên heval Bargiran dikare jibîr bike? Belê fermandar û cengawerê cenga Heftanînê, vaye dîrok xwe nû dike dîsa. Wê sonda me sonda serkeftinê be. Hemû dar, kevir, lat û zinarên Heftenînê qîr dikin û dibin şahidê cengewariya te. Her wiha dibin yên Zelal, Esmer, Rûbar, Tolhildan, Çekdar, Zeynep, Evîn, Çîçek û Siyajîn jî. Em li pey şopa we dibin hêrsa tolhildanê. 

Ji ber ku Bargiran, nave tolhildane ye.
Ji ber ku Bargiran, xeyala pek hatî ye.
Ji ber ku Bargiran, rêhevalê zor û zehmetiyê ye.
Ji ber ku Bargiran, nemirin û di nav me de ne.
Ji ber ku Bargiran, bi kesayeta xwe ronahiyê diyarî me dikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.