- Li bajarê Elmanyayê Kasselê, 13 hunermendên Kurd hatin cem hev û pêşangeheke bi navê “Hebû Tinebû” vekirin. Pêşangeh li bajarê Birayên Grimm ku bi çîrokên xwe tên naskirin hate vekirin. Hunermendên Kurd jî bi berhemên xwe dixwazin çîrok û serpêhatiyên Kurdan vebêjin ku ne kêmî yên her du Birayên Grimm in.
Li bajarê Elmanyayê Kasselê, hunermendên Kurd pêşangeheke bi navê “Habu Nabu” (Hebû Tinebû) li dar dixin. Di pêşangehê de 13 hunermendên Kurd bi berhemên xwe cih digirin. Berhemên wan bêhtir behsa çîrok û serpêhatiyên li Kurdistanê dikin.
Ji çar parçeyên Kurdistanê hunermend tevlî pêşangehê bûne. Pêşangeha bi navê “Habu Nabu” bi pêşengiya hunermenda Kurd, Arya Attî ya ji Kobanê, li “Violett Kunstgalerie” (Galeriya Hunerî ya Binefşî) hatiye vekirin. Pêşangeha ku 1’ê Nîsanê dest pê kir dê heta dawiya meha Nîsanê vekirî be. Kesên bixwazin berhemên Kurdî bibînin, dê karibin herin serdana pêşangehê.
Pêşangeha “Habu Nabu” bi sponsoriya dayreya çandî ya şaredariya Kasselê û Wezareta Çandê ya Hikûmeta Hewlêrê bi rê ve diçe. Dr. Yasîn Dêrikî jî yek ji organîzatorên pêşangehê ye. Ew jî ji Rojava ye û piştgiriya pêşangehê kiriye. Wî weke sponsor alîkarî daye hunermendên Kurd.
Kassel navenda çîrokên Ewrûpî ye
Hunermenda Kurd Arya Attî da zanîn ku bajarê Kasselê bi çîrokên xwe navdar e û navenda çîrokên bajarên Ewrûpî ye. Arya Attî jî daye pey van çîrokan û xwestiye çîrokên Kurdan jî li heman bajarî bide naskirin û behsa çanda Kurdî bike. Her wiha wê bi bîr xist û got; “Her du birayên Grimm cara ewilî sala 1812’an, li bajarê Kasselê pirtûkên çîrokan çap kirine. Ji lewma jî ev bajar weke navenda çîrokên Ewrûpî tê zanîn. Em dixwazin bi vê pêşangehê çîrokên Kurdî jî li vê navendê bi cih bikin û haya xelkên Ewrûpî bi vê yekê bixin.”
Her du birayên ji malbata Grimm, Jacop û Wilhelm li bajarekî din ê eyaleta Elmanyayê Hessenê hatibûn dinê; ew li Hannauyê hatibûn dinê. Hannau li serê başûrê ê eyaletê ye û Kassel jî li serê bakur ê eyaletê ye. Li ser "rêya çîrokan" a Elmanyayê, Kassel weke bajarê herî navdar tê qebûlkirin.
Çîrokên ji Kurdistanê
Di pêşangehê de ji xeynî resman, berhemên din jî hene: înstalasyon, hunerê têgehî û peformans jî hatine hazirkirin. Yanî bi vê projeyê her hunermendekî Kurd ji herêma xwe çîrok û çîvanok berhev kirine û serpêhatiyên Kurdan bi riya huner nîşanî xelkê dike.
Lê Arya Attî dide zanîn ku naveroka pêşangehê bêhtir li ser çîrok û serpêhatiyên Kobanê ava bûye û çavkaniya wê ya pêşangehê rêûresmên Kobanê ne. Jixwe, wê di warê çanda devkî ya Kobanê de jî xebatek biriye serî û pirtûkeke bi navê “Çîrokên ji Kurdistanê” çap kiriye. Wê bi vê pirtûka xwe xwestiye piştgiriyê bide çavkaniyên çanda devkî yên Kobanê.
Navê hunermendên ku beşdarî pêşangeha “Habu Nabu” bûne jî ev in; Azad Karim, Arya Atti, Adnan Jetto, Akram Zava, Bariş Seyitvan, Dara Lalo, Norrem Issam, Nihad Gule, Jalal Dada, Rounak Rasoul Pour, Rawan Atti, Sherzad Ibrahim û Zardasht Ibrahim.
Mirov bivênevê divê rexneyeke besît jî li vê pêşangehê bike. Bi Kurmancî mirov ne "habu nabu" dinivîse, lê "hebû nebû" yan jî "hebû tinebû". Şêwreke besît, nihêrîna li alfabeyekê yan jî ferhengekê wê ev pirsgirêk helbet çareser bikira.
KASSEL