Li Pasûrê tevger
Duşem 30 Îlon 2024 - 02:45
Walîtiya Amedê herêma di navbera çoltarê gundê Eskarê û mezrayên Simetax, Guhermî û Nedrehuşê yên navçeya Pasûr a Amedê de ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand. Li gorî daxuyaniyê, ketin û derketina vê herêmê heta 13’ê cotmehê wê girêdayî destûra walîtiyê be.
MA/AMED