Li Parîsê de banga hevgirtinê

Duşem 21 Cotmeh 2024 - 03:00

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bi çalakiyên cuda yên çandî û hunerî, meş û çalakiyên curbicur derbasî sala wê ya duyemîn kirin. Di vê çarçoveyê de li paytexta Fransa Parîsê "konsera piştgiriya bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd re" hat lidar xistin.

Konser bi pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F), Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), Komîteya Jineolojiyê, Komeleya Çandê ya Kurdistanê, Fransa-Kurdistan, Sendîkaya Solidaires, Weqfa Danielle Mitterrand, Tevgera Dostaniya Navbera Gelana li dijî Nijadperestiyê (MRAP), Tevgera Aştiyê, Nîjadperestî SOS, Mala Tamil Elam I. Gundê Komeleyan, Hevgirtina Lavrio, Kurd Inalco, Internationaliste, Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber a Tirkiyeyê (ACTÎT) û Yekîtiya Komunîstên azadîxwaz (UCL) ve li Qesra Kongreyê ya Montreuilê hate lidar xistin. Konsera ku bi pêşkêşiya Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) Bêrîvan Firat û Baran Kara pêk hat, bi xwendina daxuyaniya ku ji aliyê CDK-F’ê û hemû saziyên beşdar ve bi awayekî hevpar amade kirî, dest pê kir. Di metna hevpar a ji aliyê Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat ve hat xwendin de, bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêşketina pêvajoya sîstema êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê hat destgirtin.

Polat, qala girîngiya têkoşîna enternasyonal a ji bo rakirina sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê kir û anî ziman ku pêngava di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hatî destpêkirin her çû mezin bû û deng derxist û got ev yek bi saya têkoşîna hevpar hat bidest xistin.

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Omer Guneş jî got:“Tecrîda li Îmraliyê êşkenceye û sûcê li dijî mirovahiyê ye.” Guneş, anî ziman ku saziyên Ewropayê yên pêwendîdar li pêşberî vê êşkenceyê bêdeng in û ji bo erka xwe bi cih bînin, dîplomasiya gel girîng e.

ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.