- Festîvala Çand û Filmên Kurdî ya li New Yorkê, îsal wê cara 6’an were lidarxistin.
Festîvala Çand û Filmên Kurdî ya li New Yorkê, îsal wê cara 6’an were lidarxistin. Ji bo miracaetan organîzatorên festîvalê daxuyanî da û got, lînka wan a ji bo miracaetan niha çalak e. Festîval dê di navbera 13 û 16’ê Cotmehê de pêk were.
Festîvala Çand û Filmên Kurdî ya New Yorkê, bi vê festîvalê hewl dide film û çanda Kurdî li New Yorkê werin naskirin û xelkê li wir xwe bigihîne film û çanda Kurdî. Di çarçoveya festîvalê de tenê nîşandana filman pêk nayê, her wiha hevpeyvîn, panel û nîqaşên li ser çandê jî bi rê ve diçin.
Lînka miracaetan heya 17’ê Tîrmehê wê vekirî be, kesên bixwazin, dikarin lînka jêr bitikînin û miracaetên xwe bikin.kurdishculturalcenter.com
NEW YORK