Li nav zeviyê genim fokek

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Cotkarekî Awustralyayî li nav erdên xwe fokeke çêlîk dît. Lê ev fok gelekî dûrî deryayê bû. 

Cotkarekî Awustralyayî li nav erdên xwe fokeke çêlîk dît. Lê ev fok gelekî dûrî deryayê bû. Bi çêlîktiya xwe 3 kîlometroyan çûbû nav erdên genim. Cotkar Ty Kayden gava çav bi vê çêlîkê ket, ecêb mayî ma. Li nav erdên wî yên li nêzî bajarê Cowell ê nîvgirava başûrê Awustralyayî Eyreyê, hê tiştekî welê neqewimî bû. Jixwe, cîranê wî telefonî wî kiribû û gotibû wer vê ecêbê bibîne. Ecêb dît, lê zêde xwe neawiqand û ew bi erebeya xwe bire nêzîkî perê behrê. Li wir jî ew berda behrê. Lê koloniya fokan a herî nêzîk qederê 80 kîlometroyan dûrî wir e. Ji behrê dikare xwe bigihîne wan. Yan na li nav zeviyan, çêlîk nekarî bimîne. Lewma nava rojê li nav erdên genim, zêde wê şensê vê çêlîka fokan nebûya ku sax bimîne.

SYDNEY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.