Li Mîlanoyê dema hêviyê bû
În 15 Îlon 2023 - 00:05
- Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê panel û konser hatin lidarxistin. Di panel û konserê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin û hate xwestin xwedî li şoreşa Rojava derkevin.
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din û parastina mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya Kurdan, bi şîara ‘Dema hêviyê ye’ li bajarê bakurê Îtalyayê Mîlanoyê, panel û konser çêbûn. Meydana panel û konserê ku bi pêşengiya Buroya Ragihandinê ya Kurdistanê li Îtalyayê, Rete Kurdistan-Îtalya û Partiya Komunîst Vesazbûnê li parka Dell Cascine li Chiese Rossayê bi tevlîbûna bi sedan kesan pêk hat. Di çalakiyê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên bi zimanên cuda, li ser dezgehan hatin firotin.
Gel daxwaza azadiya Ocalan dikin
Çalakiyê, bi paneleke li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava dest pê kir. Siyasetmedara Kurd Hazal Koyûncûer panel birêve bir. Karîkaturîstê Îtalyayî yê bi nav û deng Zerocalcare ku xebatên wî li ser Şoreşa Rojava û Rêber Abdullah Ocalan jî hene, Pûnto Rûsso ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan wergerandine Îtalî, edîtorê weşanxaneyê Roberto Mapelli û Rojnamevan Giacomo Sini ku gelek caran çûye Rojava, panelîst bûn. Siyasetmedara Kurd Hazal Koyûncûer ku pêşî axivî, diyar kir ku çalakî di çarçoveya kampanyaya azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatiye lidar xistin, pêşkêşiyek li ser giringiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên cîhanê, kir.
Divê Rojava bê parastin
Wergêrê Îtalî Punto Russo û edîtor Roberto Mapelli axivîn. Mapelli diyar kir ku bandora fikrên Rêber Abdullah Ocalan li ser wî gelek e û got ku wî ji bo wê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan wergerandine Îtalî û got: “Tevî kapîtalîzmê îro li Rojava kes û civaka azad ava dike. Divê em bi van bizanin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û parastina statuya Rojava bikin.”
Kurdan gelek berdêl dan
Karîkaturîstê Îtalî Zerocalcare diyar kir ku bi berxwedana Kobanê re têkoşîna Kurdan sînor derbas kirine û got, “Ez jî ji bo vê şoreş û têkoşînê ji nêz ve nas bikim û wê bibim Ewropayê min ev xebat kirin. Şoreşa Rojava, pêkhatina teoriya nîvcomayî ye ji bo sosyalîstan e. Kurdan li Rojava gelek berdêl dan û ev pêk anîn.” Zerolcalcare di dewamê de got, “Ji ber tirsa ji fikrên wî, Rêber Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. ’Fikrên Abdullah Ocalan ne bi tenê ji bo gelên herêmê, ji bo her kesî giring in. Ji bo fikrên wî pêk bên, divê azad bibe.”
Divê PKK´ê ji lîsteyê derxin
Zerolcalcare her wiha xistina lîsteya terorê ya navê PKK’ê rexne kir û got: “PKK’ê li dijî rêxistina terorê DAIŞ’ê ku li serê dinyayê bûye bela, têkoşiya û ew têk bir. Ti sedema ku PKK di lîsta terorê de bê girtin, nîne. Divê her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan û betalkirina qedexeya ji ser PKK’ê tev bigere.”
Şoreşa Rojava hêviya me hemûyan e
Rojnamevanê Îtalyayî Giacomo Sini jî dîtinên xwe yên li ser Rojava û Şengalê vegotin. Sini diyar kir ku tevî gelek zehmetiyan hewla Kurdan ew e ku Şoreşa Rojava li ser pêyan bihêlin û bi bîr xist ku dewleta Tirk ji bo têkbirina şoreşê her tiştê dike. Sini destnîşan kir ku dewleta Tirk û çete ji bo têkbirina Şoreşa Rojava bi hev re tev digerin û got, “Şoreşa Rojava hêviya me hemûyan e, ji bo parastina wê divê mirov xwedî li Rojava derkeve.”
NAVENDA NÛÇEYAN