Li meydanê ‘dîroka koletiyê’ vedibêjin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 21 Mijdar 2022 - 03:45

Li peytexta Ingilistanê Londonê, li “Meydana Trafalgar” pêşangeheke bi navê “The World Reimagined (Dinya ji nû ve sêwirandî)” ya ku ji raya giştî re li derve hatiye hazirkirin, elaqeyeke baş dibîne. Di pêşangehê de 96 peykerên dinyayê yên ku resm li ser wan in, tên nîşandan.

Kurator û derhênera huner a pêşangehê Ashley Shaw Scott Adjaye ye. Ew bi vê pêşangehê dixwazin balê bibin ser koletiya Efrîkayiyan û her wiha behsa dîroka bazirganiya koletiyê dikin. 

Ev peykerên ku dişibin dinyayê, her yek ji wan ji hêla hunermendekî ve hatiye hazirkirin. Ew bi vê yekê dixwazin xelk li ser dîroka koletiyê bifikire û ji rabuhiriyê haydar be, zanibe çi qewimiye. Her wiha ew dixwazin bi vê pêşangehê nihêrîna xelkê ya derbarê vê meseleyê de jî biguherînin. Ji lewma bi înstelasyonên wiha daketine meydanê û ev pêşangeh li dar xistine.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.