Li meydanan jin hebûn  

Nûçeyên Jin

Pêncşem 9 Adar 2023 - 00:11

  • Li seranserê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî ji daketin meydanan û peyama “Em ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” dan.

Bi deh hezaran jin û şêniyên Qamişlo, Heleb, Kobanê, Minbic, Hesekê, Reqa û Tebqayê doh daketin kolan û meydanan, û 8`ê Adarê pîroz dikin.

Bi dirûşma “Jin jiyan azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” ji bo pîrozkirina 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek deveran meş hatin lidarxistin.

KANTONA QAMIŞLO: Meşê li bajarê Qamişlo ji Çerxerêya Şehîdên Suryan (Çerxerêya Siyahî) dest pê kir.

Li Amûdê meşê ji Qada Şehîd Cîhad, li Tirbespiyê jî ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê kir.

Li navçeya Çilaxa jin û şêniyan ji Qada Şehîd Masûm, li Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat, li Til Koçerê ji pêşiya Parka Abdullah Ocalan, li Dêrikê jî ji Qada Azadî dest bi meşê kir.

Li navçeya Til Hemîsê jî meşê ji pêşiya navenda Kongra Star, li Til Birakê ji Çerxerêya Firinê dest pê kir.

HESEKÊ: Li Hesekê û navçeyên wê tevahî meşên bi boneya 8′ê Adarê dest pê kirin. Li Hesekê meşê ji pêş Mizgefta Xelîl a li taxa Salihiyê dest pê kir û heta kolana ber bi taxa El Muftî ve dewam kir. Li navçeya Holê jî meşê ji pêş Komeleya Perwerdê heta deriyê ketina navçeyê dewam kir.
Li navçeya Dirbespiyê, jin û şêniyan ji pêşiya Parka Şehîd Zevîn dest bi meşê kir û heta navenda Kongra Star meşiyan. Li Til Temirê jî, meşê ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir.
Her wiha li navçeya Zirganê li Yarîgeha Dolawiyê mitîng hate lidarxistin.

KOBANÊ: Bi hezaran şênî ku piraniya wan jin bûn, li daristana bajêr kom bûn û li ber stranên şoreşgerî govend gerandin, piştre ber bi rêya Cerablusê ve dest bi meşê kir.

MINBIC: Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê dest pê kir û heta kolana Wadî dewam kir. Bi sedan jin û mêr tev li meşê bûn.

HELEB: Meşê bi beşdariya bi sedan jin û mêrên ji hemû pêkhateyan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Jinan cil û bergên neteweyî li xwe kirin û wêneyên şehîdên jin bilind kirin.

TEBQA: Bi sedan jinên bajêr û endamên saziyên sivîl û leşkerî, malbatên şehîdan û partiyên siyasî ji taxa yekemîn dest bi meşê kir.

REQA: Bi sedan jinên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û malbatên şehîdan ji Çerxerêya Panorama a li başûr rojavayê Reqayê dest bi meşê kir. Beşdaran wêneyên şehîdên jin, yên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û em ê terorê têk bibin” hatin rakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.