Li Mexmûrê grêva birçîbûnê

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:05

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêber Ocalan de li dijî gelê Kurd hate kirin, greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dest pê kir. Mexmûrî bi vê çalakiya xwe her wiha dixwazin ku dengê greva birçîbûnê ya ku dijî tecrîdê li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kiriye, zêdetir derkeve.

Beriya ku grev dest pê bike merasîmek bi tevlêbûna gele Mexmûrê hate kirin û ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê deqeyekê rêz hate girtin.

Mînaka tecrîdê li cîhanê nîne

Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yusif Kara bal bire ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got,’’Ev demeke dirêje tecrîdeke girankirî li ser Rêbertiya me hatiye danîn, ev tecrîd derî exlaqê mirovî ye. Çawa ku komplo danîn vê carê jî bi tecrîdê tê xwestin ku di navbera Rêbertî û gel de, navbera Rêbertî û şoreşa tevgera azadî mesafeyekê deynin. Bi vê tecrîdê biryarên taybet ku nimûneyên xwe di cîhanê de nînin danîn holê û li ser Rêbertiya me pêk tînin.’’

Ji bo piştgiriya zindanan...

Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yusif Kara têkilî armanca çalakiya greva birçîbûnê  jî wiha got:’’ Em dixwazin van çalakiyên xwe hinekî din bihêztir bikin, ji bo piştgirîdayîna zindanan, piştgirîdayîna çalakiyên li Bakurê Kurdistanê û seranserî cîhanê ji bo em jî bikaribin bibin bersivek. Divê em jî di formata çalakiyên xwe de guhertinan çêbikin. Ji ber vê yekê beriya ku em bigihijin roja 15’ê Sibatê, em gelê Mexmûrê roja 13, 14, 15’ê Sibatê dikevin greva birçîbûnê. ‘’

Piştî axaftina Yusuf Kara bi dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo, bê Serok jiyan nabe’’ greva birçîbûnê dest pê kir. 

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.