Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) sala nû ya xwendinê ya 2020-2021´ê fermî dest pê kir.
Li Mexmûr 4 dibistanên destpêkê, 2 dibistanên navîn û dibistaneke amedeyî hene. Li van dibistanan bi giştî nêzî 3 hezar û 500 xwendekar dixwînin. Van dibistanan, ji bo sala xwendinê ya nû, doh deriyên xwe li xwendekarên xwe vekirin.
Endamê Rêveberiya Saziya Perwerdeyê, Abdullah Tunç axaftina destpêkê ya merasîma destpêkirina perwerdeya li dibistanan kir. Abdullah Tunç got, îro bi giştî dibistan hatine vekirin, “Divê xwendekar xwe ji alimandin û adetên dema betlaneyê bişon, xwe ji wan xilas bikin. Pêwîst e xwendekar bi xwestek û bi dsîplîn tevlî dersên xwe bibin.”
Piştî axaftina Tunç, marşa neteweyî “Ey Reqîb” hat xwendin û perwerdeya sala nû destpê kir.
ROJNEWS/MEXMÛR