- Gerîlayen HPG/YJA Starê li devera Qaşûra ya Metînayê 27 û 28'ê Mijdarê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
Gerîlayen HPG/YJA Starê li devera Qaşûra ya Metînayê 27 û 28'ê Mijdarê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li Metînayê; 27'ê Mijdarê saet di 15:00´an de li devera Girê Mîlîtan a Qaşûrayê, li dijî çepereke A-4 a dagirkeran, hêzên me çalakiyek li dar xist.
Di encamê de dagirkerek birîndar bû.
28'ê Mijdarê saet di 10:30'î de li dijî dagirkerên li Girê Mîlîtan, tîmên gerîla yên bi tevger ji 2 baskan ve çalakiyeke koordîneyî li dar xistin. Baskên yekemîn û duyemîn bi hevdemî ji cihekî nêz ve li 6 dagirkeran xist. Di vê çalakiya serketî de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.
Di navbera 27 û 29'ê Mijdarê de li herêma Zapê, deverên Çemço, Rênçbiraxa, Girê FM û Sîda ji qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.
27'ê Mijdarê saet di 15:15'an li herêma Metînayê devera Girê Hekarî bi balafirên şer hate bombekirin.
20'ê Mijdarê saet di 18:00 de li herêma Garê devera Ergenê, 27'ê Mijdarê saet di 15:00´an de qada Deriyê Hirçê bi balafirên şer hatin bombekirin."
BEHDÎNAN