Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên din ên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çeperek hate îmhakirin, derb li 3 çeperan hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan û êrişn dewleta Tirk kite bi kite agahî dan,

 

Şehîd Delîl li rojavayê Zê

16'ê Cotmehê saet di 15:00 de hêzên me yên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî li hewayê îmha kir.

16'ê Cotmehê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên ferdî û giran li dagirkrean hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin.

Li herêma Metînayê

16'ê Cotmehê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

16'ê Cotmehê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek birîndar bû û çeperek hate îmhakirin.

16'ê Cotmehê saet di 15:40'î de li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê, hêzên me yên YJA Starê çalakiyeke koordîneyî ji du baskan ve kir. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, derb li çeperekî hate xistin.

16'ê Cotmehê saet di 23:30'î de li herêma Metînayê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werda. 

 

Li herêma Xakurkê

16'ê Cotmehê saet di 14:30'î de li hemberî dagirkerên ku hewl didan di navbera Girê Şehîd Kamûran û Girê Şehîd Heqî de çeperan çêkin, bi çekên giran çalakî hate kirin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

16'ê Cotmehê saet di 14:30'î de li hemberî dagirkerên ku hewl didan di navbera Girê Şehîd Kamûran û Girê Şehîd Heqî de çeperan çêkin, bi çekên giran çalakî hate kirin, derb li dagirkeran hate xistin.

 

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

15'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê yê herêma Metînayê çeperên şer carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

16'ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî, 2 caran bi droneyên bombebarkirî û 3 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

 

Êrişên din ên artêşa Tirk

14 û 15'ê Cotmehê li herêma Metînayê qadên Gundê Dergelê û Gundê Mîskanê 2 caran, li herêma Xakurkê qadên Kendekola û Ava Lolanê 4 caran bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

16'ê Cotmehê herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

BEHDÎNAN