HPG'ê ragihand ku li herêma Metînayê di çalakiyeke koordîneyî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate ragihandin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya li herêma Metînayê, hêzên gerîla dagirker xistin bin kontrola xwe û bi rengekî koordîneyî lê dan. Li gorî daxuyaniyê, baskên yekemîn û duyemîn ên çalakiyê derbên giran li çeperên dagirkeran xistin û di encamê de 6 dagirker hatin kuştin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Li Herêma Metînayê

12'ê Hezîranê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî pêk anîn. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li çepereke çeka giran a A4’ê xist. Di encamê de 2 dagirkerên di hundirê çeperê de hatin cezakirin, çeka A4 û çeperek hatin tine kirin. Di heman demê de li çepereke din hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin, bombeavêjek û çeperek hate tine kirin. Baskê duyemîn jî derbên giran li dagirkerên di hundirê çeperê de xist. Li vê derê jî 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate tine kirin. Di encama çalakiyê de bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, çekeke giran a A4, bombeavêjek û 3 çeper hatin tine kirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker

13 û 14'ê Hezîranê li herêma Xakurkê qada Sinînê carekê, li herêma Garê qadên Gûzê, Deriyê Hirçê, Girê 3 caran, li herêma Heftanînê qada Kanî Biyê 2 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna carekê; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."

BEHDÎNAN