Li Mêrdînê dijî hevkariya Barzaniyan: Êdî bes e

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:34

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tûnç dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya Barzaniyan helwest nîşan da û got,’’Êdî bes e.’’ Tunç her wiha got çareseriya pirsa Kurdi Ocalan e pêkan e û bang diyaloga li gel Ocalan kir. 

Êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya bavikê Barzanî ên li ser Herêma Kurdistana Federe li Mêrdînê hatin şermezarkirin. Girseya ku di pêşengtiya DEM Partiyê de li Parka Karayollari ya li navçeya Artûklûyê kom bûyî, pankarta “Ji dagirkerî û xiyanetê re na” vekir. Polîsan girse dorpêç kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tûnç daxuyanî da.  

Ji hevkariya Barzaniyan re ‘êdî bes e’ 

Tûnç ê anî ziman ku li Kurdistanê şerê qirêj û şerê xwişk û biryaran qebûl nakin, bang li PDK’ê kir û ev tişt gotin: “Di dîroka kurdan de di dîroka Kurdistanê de rewşên wiha nayên qebûlkirin. Em li dîroka xwe binêrin. Bapîrên me, bavên me di her serdemê de bi gotinan hişyar dikirin û digotin ‘hûn taştê bin zarokên we di bibin fîravîn.’ Tişta ku divê PDK bizanibe ev e. Divê PDK vê li ber çavan derbas bike û tiştên ku dike bi dawî bike. Divê were zanîn ku ev pêvajoya li Kurdistanê tê birêvebirin bêhiqûqî ye, dermirovî ye, li dijî siyaseta demokratîk e. Xelet e. Şer e û ji holê rakirine. Em ji vê re dibêjin êdî bes e. Em dixwazin ev were bidawîkirin. Em dixwazin were zanîn ku polîtîkayên îro AKP û MHP li Rojhilata Navîn dimeşîne, îro li Efrînê sibê li Hewlêrê, Amedê bimeşîne qebûl nakin.” 

Çareserî bi Ocalan pêkan e 

Tûnç, got ku “Şerê li Rojhilata Navîn divê êdî bi aştiyê bidawî bibe” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêya aştiyê, aramiyê û çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e, di Girava Îmraliyê re derbas dibe. Ji bilî siyaseta demokratîk rê û rêbazek nayê dîtin. Em jî dê heta dawiyê di siyaseta demokratîk de israr bikin û çareseriya demokratîk biparêzin. Em ji bo siyaseta demokratîk dubara dikin ku rê diyar e. Çareserî jî navnîşan jî diyar e. Li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê çareseriya pirsgirêka kurd bi birêz Ocalan pêkan e.”

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.