Li Meclîsê pêşniyaznameya Imraliyê

În 16 Sibat 2024 - 00:45

Wekîlên DEM Partiyê ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan pêşniyazname dane ber Meclîsa Tirk. Di pêşniyaznameyê de hate xwestin tesîra tecrîda li ser Ocalan a li ser geşedanên civakî, siyasî, aborî û hiqûqî were tespîtkirin, rêya çareseriyê were danîn û hate diyarkirin bi milyonan kes dixwazin tecrîda li ser Ocalan rabe.

Wekîlên DEM Partiyê di salvegera Komploya Navnetewî de ya ku di şexsê Ocalan de li ser Kurdan hatî kirin pêşniyaznameyek dane ber Seroktiya Meclîsê ya Tirk.

 Wekîlan destnîşan kirin ku ev 25 sal in tecrîda giran li ser Ocalan tê danîn û ev 35 meh in bi ti rengî agahî ji Ocala nayê girtin.

 Di hinceta pêşniyazê de hate gotin,’’Pirsa Kurd ku ev ji sed salî zêdetir e didome, bûye sedem ku bi deh hezaran mirov bimirin, bi milyonan mirov cihê xwe biterikînin û bûye sedem ku avaniya aborî ziyaneke mezin bibîne,ku hê jî dibe ziyan.’’

Di pêşniyaznameyê de Pêvajoya Çareseriyê tê bi bîr xistin, tê gotin li gel hemû hewldana Ocalan a ji bo çareseriyê jî hikûmeta Tirk sala 2015’an pêvajo qedandiye û piştre polîtîkayên milîtarîst hatine sazkarkirin, tecrîda giran li ser Ocalan hatiye danîn û ev 35 meh in halê hayjevnebûna mitleq heye û ev halê hayjevnebûnê ji alî CPT’yê ve weke êşkenceyeke sîstematîk tê dîtin.

Bi berdewamî tê diyarkirin tecrîda girankirî ku ketiye halê hayjevnebûna mitleq a li ser Ocalan mirov nikare wek kirineke li dijî kesekî were dîtin, ev pergala der mirovî ya li ser Ocalan tê danîn, ku Ocalan ji alî Kurdan ve weke serekmuzakerevan û aktorê sereke yê siyasî tê dîtin, tesîreke neyînî li polîtîka, aborî, civakî, hiqûqî dike.

Di pêşniyaznameyê de her wiha tê xwestin ku Meclîsa Tirk li cihê cih, li Imraliyê lêkolînan bike û ji bo vê jî divê komîsyoneke lêkolînê ava bike da ku bandora tecrîdê ya li ser qadên civakî, siyasî, aborî, hiqûqî diyar bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.