- Piştî ku dewleta Tirk parlamenteriya wekîlê HDP´ê Gergerlîoglu betal kir, wî got, ew vê biryara siyasî ya derveyî qanûnê qebûl nake û ew ê berxwedana xwe û têkoşîna xwe li meclîsê dewam bike.
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu, biryara betalkirina parlamenteriya xwe şermezar kir û got, "Ez ê berxwedana xwe ya li meclisê dewam bikim. Ez ê erka ku min ji millet wergirtiye heta dawî dewam bikim. Ez biryarê qebûl nakim."
Civata Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê, biryara der barê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlioglu de hatibû dayîn, xwend û wekîltiya wî betal kir. Gergerlîoglu piştî xwendina biryarê û betalkirina wekîltiya wî, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyam şand.
Ez nûnerê milet im
Gergerlîoglu got, ew nûnerê milet e û wiha peyivî: "Biryara derbarê min de xwendin û wekîltiya min betal kirin. Qaşo wekîltiya min xistin. Ev biryareke li dijî hiqûqê ye. Destûra Bingehîn binpê kirin û ev biryar dan. Bi vê biryarê destnedayîna min binpê kirin. Serokê meclîsê jî bû amûrê vê yekê. Min serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Lê bêyî li benda bersiva Dadgeha Destûra Bingehîn bimînin, ev biryar xwendin. Min wekîltiya xwe ji milet stendiye. Min ji zaliman ev wekîltî nestendiye. Min wekîltiya xwe ji dadgeriya ku Destûra Bingehîn binpê kir, wernegirtiye."
Berxwedana xwe dewam dike
Gergerlioglu, got, parlamenterên HDP'ê û gelek wekîlên din bi wî re li meclîsê rawestiyane û peyama xwe wiha bi dawî kir: "Em li civata giştî çalakiya xwe dewam dikin. Gelek wekîlan meclîs terk nekir. Em vê biryarê nas nakin. Ez vê biryarê nas nakim. Ez ê berxwedana xwe ya li meclîsê dewam bikim. Ez ê erka ku min ji millet wergirtiye heta dawiyê dewam bikim. Ez biryarê qebûl nakim."
Biryar siyasî ye
Seroka Koma HDP’ê li Meclîsê, Meral Daniş Beştaşê, diyar kir ku biryara betalkirina wekîltiya parlementer Omer Farûk Gergerlîoglû siyasî ye: “Di mijara destnedayîn û betalkirina parlamenteriyê de sîcîla parlamenê xerabe ye. Parlementeriya Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllari derveyî hiqûqê û Destûra Bingehîn hat betalkirin. Bêyî ku li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bisekinin, ev kirin. Di demeke nêz de bi biryara Dadgeha Destûra Bigehîn parlementerek vegeriya Meclîsê. Lê hêj miracaeta parlamenterê me yê Kocaeliyê li dadgehê ye, tezkere dan meclîsê. Desthilatê bi destdayîn û betalkirina parlamenteriyê di vê serdemê de rekora cîhanê şikand.”
Nûçeyek parvekiribû
Li Gergerlîoglu, ji ber nûçeyek parve kiribû, doz hatibû vekirin. Beştaş ev yek bi bîr xist û paşê got, "Ev ne biryara dadgeriyê ye, ev biryara desthilatê ye. Ev biryar ne hiqûqî ye, lê sîyasî ye.”
ENQERE