Li Madrîdê sûlavkên ji kitêban

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Tebax 2022 - 21:33

  • Mirov ji kitêban, nexasim ji kitêbên kevin tiştan çêdikin. Hinek jê ji kitêban peykeran û berhemên hunerê yên din jî çêdikin.

Mirov ji kitêban, nexasim ji kitêbên kevin tiştan çêdikin. Hinek jê ji kitêban peykeran û berhemên hunerê yên din jî çêdikin.

Hunermenda li Madrîdê bi cih bûyî, Alicia Martin bi hezaran kitêbên kevin, bi pirranî yên êdî jihevdeketî, bi kar tîne û berhemên hunerî yên çêdike. Ev cûreyekî peykeran in ku weke gulokên ji kitêban, yan jî weke ku wê kêliyê kitêb ji pencereyê weke avê birijin erdê, xuya dikin.

Mirov dikare wan weke bircên kokelî jî şirove bike. Bi her halê têra xwe balê dibin ser xwe. 

Projeya wê ya dawî bi navê “jînenîgarî” ye. Wê li sê berhemên mîmariya kevin a paytexta Spanyayê Madrîdê, berhemên hunerî yên ji kitêban çêkirine. Ew dişibin rijîna avê ya ji pencereyên van avahiyan. Belkî jî sulavkeke ava wê qeşa girtî. 

Ji bo kitêb hevbigirin di nava berhemê de kalibekî ji metalê hatiye bikaranîn.

Ev înstalasyonên Alicia Martinê bi her halî hîsa nihêrîna li berhemên surreal bi mirov re çêdike.

MADRÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.