Li Londonê serdegirtin

Pêncşem 28 Mijdar 2024 - 03:10

Polîsên Îngiliz doh serê sibehê avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Londonê û malên gelek siyasetmedar û welatparêzên Kurd.

Hate ragihandin ku di operasyonan de ku bi sedan polîs tevlî bûn deriyên malan hatin şikandin. Li gorî agahiyan, di serdegirtinê de bi îdîaya lêgerînê polîsan malên welatparêzên Kurd serûbin kirin. Hate ragihandin ku heta niha Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Turkan Bûdak, xebatkarên meclîsê Ercan Akbal, nivîskar û siyasetmedar Alî Poyraz û Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd Agît Karataş hatin binçavkirin. Her wiha di serdegirtina mala Turkan Bûdak de li gorî agahiyan, birayê wê Hayrî Bûdak ji bo nehêle polîs bi zorê derî bişikîne, hewl da lê belê di wê kêliyê de birîndar bû.

Li gorî agahiyan Alî Poyraz jî bi kelepçekirî hate binçavkirin û kesên li malê jî bûn li erdê hatin dirêjkirin û li helwesteke tund a polîsan rast hatin. Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Saît Sûrûç bang kir ku welatparêzên şoreşger û derdorên demokrat li haringeyê li ber Navenda Civaka Kurd li hev kom bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.