- Li Londona Ingilistanê mozaîkên aîdê Împeretoriya Romayê hatin dîtin.
Li Londona Ingilistanê mozaîkên aîdê Împeretoriya Romayê hatin dîtin. Ev mozaîkên Romayî li Londonê di van 50 salên dawî de weke tiştê herî bi qîmet ku ji bin erdê derketine tên binavkirin.
Muzeya Arkeolojiyê ya Roma’yê (MOLA) ev demek dirêj bû ku ji bo projeyekê dixebitî lê di dema projeyê de bi awayekî tesadûfî leqayî mozaîkên Roma’yê hatin. Piştî wê bi hurgilî li ser vê yekê sekinîn û di encamê de gihîştin mozaîkên ku li ser desen ango motîfên çîçekan hene. Ev mozaîk bi awayekî dekoratîf hatine çêkirin û di bin erdê de tiştek bi serê wan nehatiye.
Wisa tê texmînkirin ku ev mozaîk ji bo “triclinium” (salonên xwarinê) ên Romayê hatine çêkirin û ji bo salonan hatine bikaranîn.
Antonietta ku berpirsyariya qadê ya MOLA’yê birêve dibe wiha got, “Ev tiştê hanê li Londonê tenê carekê mirova dikare bibîne, wekî din tiştekî wiha ne pêkan e. Dema me mozaîk dîtin kela canê me rabû. Ev ji bo me jî tiştekî hêja bû û em kêfxweş in ku me karek bi vî rengi kir û ev karê me encam da.”
LONDON