Li Lolanê 21 kes wenda ne

Sêşem 30 Kanûn 2025 - 09:28

Li zozanên Lolan ya ser bi bajarokê Sîdekanê, ji ber barîna berfê agahî ji 21 kesan nayê girtin. Tê gotin 13 kes ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne. Li gorî agahiyan li zozanên Lolan ya ser bi bajarokê Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, barîna berfê destpêkiriye û heya niha jî dewam dike. Hate zanîn ji ber barîna berfê agahî ji 21 kesan nayê girtin. Tê gotin 13 kes ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û yên din jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne. Derbarê nasnameya wan de agahî nehatine standin, dibe ku ew kes koçer bin yan jî geştiyar bin.

Li herêmê ji ber barîna berfê rêya gelek gundan hatiye girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.